- Bi tevlîbûna bi sedan kesî filma “Rûpelên Sor” li navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate nîşandan.
Bi tevlîbûna bi sedan kesî filma “Rûpelên Sor” li navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate nîşandan.
Filma “Rûpelên Sor” bi çavê helbestavanekê behsa şerê Rojava dike.
Beriya film were nîşandan, li ser navê Tevgera Hîlala Zêrîn, Rûken Mihemed bixêrhatina mêvanan kir û got, “Destpêkê di şexsê şehîd Nûjiyan Erhan de em şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Li hember dagirkerî û şerê spî bi çeka xwe şer kir û bi hunerê xwe li ber xwe da.”
Derhênera filma “Rûpelên Sor” Dêrsim Zêrevan jî balê bir ser girîngiya şoreşa Rojava û got; “Berxwedana Rojava berxwedaneke pîroz e û gelekî bi qedr e li cem gelê me. Ev film jî li gorî van nirxan hate çêkirin. Em ji şervanên YPJ û YPG, Asayîş, Hîlala Zêrîn û ciwanên şoreşger re dibêjin mala we ava. Lewma film bi saya wan derket holê. Em hêvîdar in ku film bi dilê gelê me be.”
Piştî axavtinan, xelkê bi baldariyeke mezin li filma “Rûpelên Sor” temaşe kir.
ANHA/QAMIŞLO