- David Bowen ew nebat, bi dîwarî ve zeliqandiye û li ser pelên wê sensor bi cih kirine. Bi saya sinyalên ku sensor dişînin ev kêr dilebite.
Gava meriv dibêjin, ruhê nebatan jî heye, ev yek ne belesebeb e. Hin mînak vê yeke bi awayekî zindî dikarin raxin ber çavên mirovan. Înstalasyona David Bowen ya bi navê “Plant Machete” nîşana vê yekê ye û ew nîşan dide ku ruhê nebatan jî heye. Ev cûreyê kulîlkan ya bi navê “Filodendron” dikare weke mirovekî vê kêra mezin bi kar bîne ango bilivîne. Dema mirov înstalasyona David Bowen dibîne, ji mirov re xerîb tê û mirov naxwaze bawer bike lê di rastiyê de ev nebat weke robotekî kar dike û dikare vê kêra mezin bi çend awayan bi kar bîne. Yanî ew weke aqilekî ku bi mirovan re heye, dikare tevbigere.
David Bowen ew nebat, bi dîwarî ve zeliqandiye û li ser pelên wê sensor bi cih kirine. Bi saya sinyalên ku sensor dişînin ev kêr dilebite. Kesî bawer nedikir ku tiştekî wisa wê pêk were, lê David Bowen tevgerên ku ev nebat weke robotekî pêk anîn, girtin kamerayê û dîmenên wê parve kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN