Ruhê Kurdistanî yê şêwekarekî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 12 Îlon 2024 - 00:09

  • Wênesaz Dilşad Kiwêstanî hewil dide bi firçeya xwe bedewiya Kurdistanê xêz bike. Ew bi rêya wêne û hunera xwe xwezaya bedew a Kurdistanê bi cîhanê dide naskirin û dibêje “Kurdistan di ruhê min de ez jî di ruhê wê de dijîm.”

Navê rast yê hunermendê wênesaz Dilşad Mihemed Emîn Mecîd Bege lê weke Dilşad Kiwêstanî tê naskirin. Di 13’yê Tebaxa 1957’ê de li taxa Îmam Qasim ya bajarê Kerkûkê jidayik bûye. Hîn di destpêka temenê xwe yê zaroktiyê de mereqa wî ya wêje û hunerê hebû. Di temenê 16 saliyê de dest bi çêkirina wêneyan kir. Her wisa gelek stran tomar kirine û di gelek filman de wek aktor rol girtiye. Her wisa li 20 welatên cîhanê pêşangehên xwe yên taybet vekirine û niha jî li bajarê Silêmaniyê dijî.

Wenesaz Dilşad Kiwêstanî li sala 1961’ê hîn di çar saliya xwe de ji ber xirabkirina taxa wan û ji bi hinceta ku Kurde derxstina bavê wî ji Şîrketa Petrolê ya Kerkûkê, bi neçarî barkirin bajarê Silêmaniyê. Xwendina seretayî li Dibistana Goyje temam kiriye û xwendina navîn li Navenda Rewşenbiriyê temam kir û li sala 1985’ê dest bi karê hunerê kir.

‘Ez xelkê Kurdistana mezin im’

Kiwêstanî ji hezkirin û eşqa xwe ya ji Kurdistanê re wiha behsa peywendiya xwe û Kurdistanê dike; “Ez xelkê her quncikek yê Kurdistanê me. Ji ber ku ev ruhe di hindirê min de pêş ketiye. Ez xwe weke xelkê ji Kurdistana mezin dihesibînim û dizanim.” Dilşad Kiwêstanî li sala 1996’ê li Yewnanistanê tevlî pêşangehekê hevpar bû û li sala 2005’ê wek Serokê Rêkxistina Çandî ya Fransa û Efrîqayê hat diyarkirin. Li sala 2017’yê li bajarê Silêmaniyê pêşangehek binavê ‘Seferek di nav ruh de’ vekir. Galeriyeke taybet a wênesaz Kiwestanî li Fransayê heye ku zêdetirî 70 pêşangehên taybet lidar xistiye û tevlî zêdeyî 30 pêşangehên hevpar bûye. Berhemên xwe li zêdeyî 20 welatan di pêşangehan de nîşan daye. Her wisa weke aktorek tevlî çendîn filmên Kurdî û Fransî bûye û hêjayî gelek xelatên hunerî hatiye dîtin.

Lêgerîna şêwe û formên nû

Kiwêstanî di destpêkê de li ser teşe û anatomiya mirovan bi mecazî xebitî. Lê belê, paşê, ji ber ku wî bêhtir çanda welatên Ewropayê, mûzexane û galerî nas kirin, li ser dîtina şêwaza xwe ya wênesaziyê xebitî. Lêbelê, tabloyên wî di destpêkê de abstrakt (xeyalî) bûn. Her çi qas ev şêwaz tê wateya rakirina form, şêwe û jinûve avakirina wan. He rwiha di bin bandora wênesaz Claude Monet, William Turner û Zawki de maye û kariye vê şêweya hunerê vegerîne Kurdistanê û li ser bixebite û pêş bixe. Kiwêstanî dibêje “Ji bo dîtina tabloyên min, bîner li Kurdistanê ne bi vî rengî fêr nebûne ku reng wiha bên têkelkirin. Di encamê de ji bo nîşandana tabloyeke ku nêzî rastiyê ye, dema ku hûrgiliyan jê derdixim û bi awayê xwe jinûve dîzayn dikim, ji bo dema ku ez tabloyek ji xweza û kaniyên xweş yên Kurdistanê xêz dikim, divê bîner bala xwe bide tabloyê. Ji bedewî û peyama tabloyên min fêm bikin.”

Lê çima rengê pirteqalî?

Paşê Kiwêstanî dev ji şêwaza abstrakt berda û li şêwaz û rengê xwe geriya. Ew dibîne ku ew pir nêzîkê rengê pirteqalî ye. Lê çima rengê pirteqalî? Ji ber ku di dîtina Kiwêstanî, rengê pirteqalî ango roj ku ji zarokatiya xwe de di bin tîrêjên rojê de mezin bûye û pê hesiya ku pêwîstiya wî bi çêkirina tabloyan li ser welatê xwe Kurdistanê heye. Ji bo piştrastkirina vê yekê, wek ku Kiwêstanî bi xwe dibêje “Dema ez pêşmerge bûm li gundê Mamenda yê ser bi bajarokê Helşoweyê, min bi dehan tablo xêz kirin, ku ax û xwezaya Mamende vedibêjin.”

Kurdistan ango rûmet û hezkirin

Ji bo wênesaz Kiwêstanî hebûna welat û Kurdistanê tê wateya hebûna rûmet û hezkirinê. Dema vedigere welat wekî ku ew bi xwe li ser vê yekê dibêje: “Ezê têr axa Kurdistanê maç bikim. Ji ber ku Kurdistan di ruhê min de dijî û ez jî di ruhê wê de dijîm. Hûn nizanin nebûna netew û netewê çiqas zehmete.” Di dawiyê de hunermendê navdarê wênesaz Dilşad Kiwêstanî derbarê bandora welatên dagirker li ser ax û welat wiha dibêje: “Mixabin ji ber ku dagirkeran em kirine çar parçe, pêwîstiya me hemûyan bi têgihiştineke mezin di nava hev de heye ku em bibin yek. Ji bo vê jî divê em guh bidin evîneke wisa ku em bi ax û welatê xwe ve girêdayî bin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.