Ruh û biriqîna çandên dinyayê

Nûçeyên Çand/Huner

În 16 Îlon 2022 - 22:12

  • Ariana Heinzman guldankên xweşik yên ku bi rengên zindî çêkirine pirr xweşik û lihev in.

Ariana Heinzman guldankên xweşik yên ku bi rengên zindî çêkirine pirr xweşik û lihev in. Nexasim jî reng û motîfên wê yên zindî û her wiha kulîlkên rengo rengo yên li ser guldankên wê karê ku ew pê re mijûle resentir dike. Wê çîçekên ku li ser van guldankan xêz kiriye bi xetên reş yên qalind bêhtir kirpandiye û kiriye ku ew bala xelkê bikişînin. 

Ariana Heinzman li Washingtonê dijî lê bi saya van guldankên xwe yên xweşik bi dinya, xweza û civakên dinyayê re têkiliyekê çêdike. Ji xwe wê guldankên xwe jî weke fîgûrên insanan bi nav kiriye, ji ber ku guldankên wê ji ber gelek rêûresmên civakên dinyayê hatine çêkirin ango girtin. Wê bi reng, xêz û motîfên kulîlkan yên hemû çandên dinyayê van guldankên xwe çêkirine. Yanî ev biriqîna li ser guldankên wê di heman demê de biriqîna çandên dinyayê ye jî.

Ariana Heinzman dibêje ku ew vî karê xwe ji dil hîs dike û bi wî dilê destê xwe dide çamûr an jî kîlê. Ew li gor hin pîvanan vî karî nake, dilê wê wê ber bi kur ve bibe wisa tevdigere. Belkî jî ji ber vê yekê ye ku dema meriv li guldankên wê yên rengo rengo dinihêre meriv dibêje qey ruhekî wan heye. Ewqasî xweşik û jidil in.

WASHINGTON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.