• Hunermenda kevir Akie: Ji bo min bi dawîbûna berhemekê ne elaqedarî detayên ez li ser kevir dineqişînim e. Lê belê ka gelo ez ruh û jiyanê di kevir de hîs dikim yan na.

Kevir hema ne kevir e. Du çaxên muhim ên mirovahiyê bi kevir hatine binavkirin. Lê meseleya kevir ji van çaxan û wêde ye. Çawa ji mêj ve mirov - û nexasim jî zarokên wan - di ewran de forman dibînin, di keviran de jî dibînin. Jixwe, mirov berê xwe bide wan kevirên Girê Mirada yê li Xirabreşkê, mirov dibîne ku ji mêj ve mirovan ne tenê di keviran de formên cihê dîtine, lê wan di heman demê formên texeyûla xwe li ser wan verotine jî. Hunermenda Japonî Akie Nakata jî di keviran de hin forman dibîne. Lê ew wan formên dibîne, nîşanî me jî dide. Helbet piştî ku reng dide wan. Ya rastî ew keviran tam vediguherîne wê tişta ku ew di wan de dibîne.

Hunermed Akie Nakata navê Hunermenda Kevir Akie li xwe dike. Ew di keviran de nexasim jî heywanan dibîne û wan keviran vediguhere heywanên şîrînok. Ew ji xwe re kevirkên piçûk yan jî parçeyên ji zinaran ber hev dike. Kevirên dineqîne jî dikevin kefa destê wê. Hinek hûriktir hinek piçekî mezin, lê illeh di kefa destê wê de bi cih dibin. Ew ji forma wan a xwezayî îlham û fezyê digire, û wan forman jî paşê bihunerê xwe li sert wan keviran dineqişîne. Li gorî wê forma xweşayî ya kevirîn ew dineqişîne çarenûsa wan e.

Niyetên keviran hene

Malpera nûçeyên hunerî, My Modern Net behsa wê dike. Na, naxêr, Akie neçûye ti akademiyên hunerî. Lê ji zarokatiya xwe ve wê xwe bi xwe hîn kiriye  Wê sala 2011´an dest bi rengandina keviran kir. Hingê wê kevir li keviya çemekî berhev kiribûn. Hingê wê kevirek dît ku li gorî wê dişibiya kîvroşkekê. Bi wê serpêhatiyê, hunermenda keviran ji dayik dibe. Wê ji “My Modern Met” nivîsiye û dibêbe, “Niyetên keviran bixwe hene. Û ez pêrgîbûna wan ji bo xwe weke nîşanên ji bo dewamkirinê dibînin û ez wan weke tişta li ser wan dibînin, direngînim.” 

Weke ku zindî bin

Piştî berhevkirina keviran, Akie li her karakterê bi baldarî dinihêre. Ew ji xwe dipirse, “Gelo ez mobikan li cihê rast datînim? Gelo rast xuya dike? Gelo ez tiştekî ku bi forma xwezayî ya kevir re li hev nake, li ser kevir ferz dikim?” Piştre ew bi baldarî keviran dineqişîne. Ew rengên akrîlîk bi kar tîne. Pisîkan, kûçikan, kund û bûman, mişk û kurebeşkan, dîk û çivîk û teyran bi vî rengî li ser keviran dineqişîne. Weke ku ruh bi keviran bîne; eynî weke ku ew heywan zindî bin.  

Carinan bi keviran re dipeyive

Ew herî dawî çavan xêz dike. Akie berhema xwe temambûyî qebûl dike gava ku ew difikire ku “Çav êdî zindî ne” û li wê dinihêrin. Ew ji My Modern Net re dibêje, “Ji bo min bi dawîbûna berhemekê ne elaqedarî detayên ez li ser kevir dineqişînim e. Lê belê ka gelo ez ruh û jiyanê di kevir de hîs dikim yan na.”
Akie bawer dike her kevir xwedî dîrok serpêhatiyeke bi hezaran salan e û ji bo ku karibin vê serpêhatiyê bibêjin, ew bi hunerê xwe wan zindî dike: “Carinan ez bi keviran re dipeyivim bi kevirên di destê xwe de gava ku wan direngînim.”
Hûn dikarin xebatên wê yên hunerî li ser instagram û facebookê bibînim. 

TOKYO