• Ji bo azadbûna hunermenda Kurd Nûdem Dûrak a ji 2015´an ve ji ber gotina stranên bi Kurdî di hepsê de piştgiriya navneteweyî ya hunermendan zêde dibe. Mark Rufallo û Maxine Peake jî xwestin Nûdem azad bibe.

Kampanyaya ji bo azadkirina hunermenda Kurd Nudem Durak bi piştgiriyeke xurt a navneteweyî dewam dike. Di nava kesên piştgirî dayî kampanyayê de êdî aktorên navdar Mark Rufallo û Maxine Peake jî destekê didin kampanyayê û dixwazin Nûdem Dûrak bê derdan.

Aktorê ku 3 caran bûye namzetê Oscarê, Mark Rufallo doh vîdeoyeke hesabê Azadî ji Nûdem Durak (Free Nudem Durak) re parve kir û pê daxwaza berdana hunermenda Kurd Nûdem Durak kir. Nûdem Dûrak ji ber stran gotina bi Kurdî ji sala 2015´an ve di hepsa dewleta Tirk de ye. Li Dûrak a 33 salî, 19 sal cezayê hepsê hatiye birrîn.

Bang li 7.9 milyon kesan kir 

Di dinyaya sînemayê ya Marvel de aktor Mark Rufallo bi rola Dr. Bruce Banner tê nasîn. Wî doh di ser hesabê xwe yê twitterê re vîdeoyek belav kir. Di vîdeoyê de mirov Nûdem Dûrakê dibîne ka çawa stranan dibêje û direqise. Ev dîmen jî beriya girtina wê bi çend rojan hatine girtin. 

Rufallo bi van gotinan piştgirî da kampanyaya ji bo azadkirina Nûdem Durakê: "Ev mirova xweşik, dilovan û jîr, di hepseke Tirkan de girtiye. Sûcê wê gotina stranên bi Kurdî bû." Wî bang li 7.9 milyon kesên wî dişopînin kir da ku peyama #FreeNudemDurak belav bikin. 

Maxine Peake jî xwest Nûdem Dûrak azad bibe 

Aktrîsta navdar a Ingilîz, Maxine Peake, bi parvekirina peyama hesabê kampanyaya Azadî ji Nûdem Durak re piştgirî da Nûdem Dûrak û xwest bê berdan. 

Maxine Peake di heman demê de bi dilxwazî ji Înîsiyatîfa li Kurdistanê Aştiyê ye jî. Wê parvekirina hesabê kampanyayê yê twîterê “Free Nûdem Durak” (Azadî ji Nûdem Durak re) retweet kir û wiha nivîsî: "Bila Nûdem Dûrak bê berdan." 

Di çarçoveya kampanya ji bo Dûrak de heta niha muzîsyen, wênesaz, lîstikvan û akademîsyen jî di nav de bi sedan kesî piştevaniya Dûrak kiriye. 

Roger Water jî destek dabûyê

Ji ber ku materyalên muzîkê nedabûn Nûdem Dûraka di hepsa Bayburtê ragirtî, endamê koma muzîkê ya Ingilîz a navdar Pink Floydê, Roger Waters, bang li Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan kiribû. Waters gotibû, Dûrak xwişka wan e û nedayîna meteryalên muzîkê ya Dûrak nayê qebûlkirin.

Ruffalo û Peake jî li van zêde bûn. di nava wan de zimanzan û fîlozofê navdar Noam Chomsky, solîstê Pink Floydê Roger Waters, aktor Ken Loach, zanyarê wefatkirî Davîd Graeber û çalakgera siyasî Angela Davis jî hene.

NAVENDA NÛÇEYAN