‘Ronak’ê jî sansur potesto kir

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 20 Kanûn 2021 - 22:03

  • Piştî ku pêr di Mihrîcana filman a Silêmaniyê ya Navneteweyî de nîşandana filma “Ji bo azadiyê” hate astengkirin, weke nerazîbûna li dijî astengkirina filma “Ji bo Azadiyê” Komîna Film a Rojava, filma “Dema Dirîreşkan” jî festîvalê kişandibû.

Piştî ku pêr di Mihrîcana filman a Silêmaniyê ya Navneteweyî de nîşandana filma “Ji bo azadiyê” hate astengkirin, weke nerazîbûna li dijî astengkirina filma “Ji bo Azadiyê” Komîna Film a Rojava, filma “Dema Dirîreşkan” jî festîvalê kişandibû. Niha jî belgefilma Ronak jî ji mihrîcanê vekişiya.

Biryar bû ku şemiya bihurî saet 22.00’an li Mihrîcana Filman a Silêmaniyê ya Navneteweyî a 5’an, filma “Ji bo Azadiyê” bihata nîşandan. Lê pêşandana filmê ji aliyê çavdêrên mihrîcanê ve hate rawestandin.

Piştî ragirtina filmê, Komîna Film a Rojava bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber mihrîcan ne platformeke hunerî ya azad e, ew filma “Dema Dirîreşkan” ji mihrîcanê dikişînin.

Li dijî vê astengiya li pêşiya filma “Ji bo Azadiyê” belgefilma Ronak jî ji Mihrîcana Filman a Silêmaniyê vekişiya.

Hilberînerên belgefilma Ronak bi peyamekê vekişîna xwe ji mihrîcanê ragihand. Di peyamê de wiha tê gotin; “Li ser navê xebatkarên belgefilma Ronak weke helwêsteke li hemberî astengkirina nîşandana filma ‘Ji bo Azadiyê’, me biryar da ku ji Festîvala Filman a Silêmaniyê ya Navneteweyî a 5’an vekişin.”

Belgefilm li ser çîroka jiyana Ronak Murad e. Ronak Murad, sala 1965’an li Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik dibe. Piştre ji bo xwendina zanîngehê diçe Helebê. Piştre agahiya wê li ser Têkoşîna Gelê Kurd çêdibe û tevlî berxwedana gerîla dibe. Di nava têkoşîna xwe de 10 romanan dinivîse.

Belgefilma Ronak li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Bawer Ogurlu ve hatiye hilberandin û biryar bû doh bi şev saet di 18.00’an de were nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.