Weşanxaneya Aryenê romaneke nû ya bi navê “Mîrxas” çap kir. Romana ku bi Kurmancî, 424 rûpel e û ji hêla Arjen Erez ve hatiye nivîsandin. 

Arjen Erez sala 1998’an de ji ber xebatên şoreşgerî li Stenbolê tê girtin. Cezayê muebedê lê hatiye birrîn û niha di hepsê de dimîne. Arjen Erez, sala 2016’an pirtûkeke helbestan a bi navê “Qesra Helbestên Xemgîn” nivîsandibû. Pirtûk ji Weşanên J & J derketibû.

Anektodek piçûk ji romana nû ya “Mîrxas”: 

“Şeveke payîzê bû. Hewa sayî bû. Di bin ezmanê bi stêrkan giranbûyî de gundê Mîrxasê vegeriyabû reşahiyeke bêtevger. Ne dengek mabû ji gund ne jî çirûskek ji ronahiya paceyan. Dûyê çend sobeyên ku hêj dişixulîn, bi rengekî gewr ber bi nava şevê ve dirêj dibû û piştre li ber bayê belav dibû. Bêdengiyeke ku bi giraniya şevê tîr bûbû, li ser reşahiya şevê rûniştibû. Kûçikê mala Koçer carinan bi ewtîna xwe ev bêdengî diqelişand, lê hêza dengê wî têra jiholêrakirina bêdengiyê nedikir. Di nava vê bêdengiyê de, şevê di hembêza xwe de tevgereke biraz vedişart. Ji xeynî Enoyê Dîn, haya kesî ji vê yekê tune bû. Eno, xwe di tariya goşeyê dîwarê mala Xalîs de telandibû û şev û tevgera di nava şevê de guhdarî dikir. Ev şev, şeveke ji rêzê nebû; ew bi çalakiyeke resen ducanî bû. Zayîna şevê dê ji bo dîroka gund çi bianiya, Enoyê Dîn jî tê de kesî pê nizanîbû.” 

NAVENDA NÛÇEYAN