Romana nû ya Îlhamî Sîdar ya bi navê “Memê Din” ji Weşanxaneya Avestayê derket. Romana “Memê Din ”272 rûpel in. 

Weşanxaneyê beşek ji romana “Memê Din” weşandiye ku em tê de van rêzên jêr jî dixwînin: “Kî çi dibêje bila bêje sedema heyîna me ya eslî eşq e, beyî wê tu wateya hewa û av û ax û arê nîn e. Eziya me ya kakilî behreke cawîdanî ye, di wê behra cawîdanî de wek mircana nav îstirîdyeyê di hundirê her yekî me de Memek yan Zînek vedihewe lê xwezaya me ew di bin qalikên hişk de nuxamtiye.”

STENBOL