Romana Kurdî nîqaş kirin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 3 Gulan 2023 - 03:32

Di 29'ê Nîsana bihurî de Hefteya Wêjeyî – Dewreya Melayê Cizîrî dest pê kiribû. Di roja yekemîn û duyemîn a hefteyê de, gelek rewşenbîr, helbestvan û hezkiriyên wêjeyê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşda bûn.

Di du rojên destpêkê de nasname û felsefeya Melayê Cizîrî, nasnameya Kurdî di berhemên wî de hatin gotubêjkirin, çîrok û helbest bi zimanên Kurdî û Erebî hatin xwendin. 

Di roja sêyemîn de, mijara romana Kurdî hat nîqaşkirin. Der barê wê de nivîskarê Kurd Merwan Berakat semînerek da û bal bire ser girîngiya wêje, zimên û rastiya romana Kurdî: "Hin kes dibêjin, romana Kurdî tine ye, lê belê ew heye. Kiryarên hikûmetên dagirker ên Kurdistanê dagir kirine û qedexekirina zimanê Kurdî, bandor li wêjeyê û cureyên wê hemûyan kir."

Berakat got: "Romana Kurdî kêm li zimanên din tê wergerandin, ji ber wê jî romana Kurdî tenê di çarçoveya civaka Kurdî de dimîne. Ez bi hêvî me ku navendên wêjeyî yên Kurdî bên avakirin û gavên baş bên avêtin."

Piştre beşdaran li ser romana Kurdî ya yekem a nivîskar Ereb Şemo “Şivanê kurd” û gelek mijarên din nîqaş kirin.

Di beşa duyem a roja sêyemîn de Ebdulselam Xoce û Dijwar Zagros helbestên Kurdî û Cela Hemzawî û Fîdan Mihemed helbestên Erebî xwendin.

Hefteya Wêjeyî bi nîqaşkirina mijara pêşketina romanê di salên dawîn de wê bidome.

ANHA/KOBANÊ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.