Romana çerxa xedar

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 26 Tebax 2020 - 23:00

Nivîskarê rojnameya e-rojnameyê Yaşar Eroglu,bi navê "Çerxa Xedar" romana xwe ya nû weşand. Roman ji 192 rûpelan pêk tê û zimanê wê Kurmancî ye, ji Weşanên Sîtav derketiye.
Nivîskar di romanê de balê dibe ser dilsozî û hevaltiya 2 zarokan. Roman bi dilsozî û hevaltiya du zarokan dest pê dike. Di dema zaroktiya xwe de pirr ji hev hez dikin û tu caran ji hev naqetin. Dema ciwaniya wan rêya wan ji hev diqete, her yek bi rêya xwe ve diçe. Yek li gund dimîne, bi demê re bi rika yê din dibe cerdevan. Ê mayî dixwîne, diçe tevlî nav refên şervanan dibe, dibe şervan. Pişt re tê girtin. Ji vê qonaxê û pê ve dayika wî ya weke lehengeke esasî derdikeve pêş. Roman bi vî awayî dewam dike. Dayik ji kurê xwe pirr hez dike. Her tim kurê xwe dişopîne û li pey wî diçe. Li derve cerdevan malbatê rehet bernadin û neçar dikin ji gund bar bikin. Greva birçîbûnê û rojiya mirinê her dem li pêş girtiyan e. Kurê wê jî her dikeve bin vî barî. Hezkirina dayikê û rojiya mirinê dayikê û kurê wê tîne hemberî hev. Kurê dayikê bi tercîheke xedar re rû bir û dimîne çi biryarê bide. Ev rewş dikeve qonaxeke hesas û dilgiran. Çerxa Xedar romaneke êş, keser, bêbextî û têkoşînê ye. Pareke romanê ya giran pirsgirêk û rewşa girtîgehan jî radixe ber çavên xwîneran. Nivîskar bi zimanekî zelal, balkêş û serketî ev mijarên sereke îfade kirine.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.