Rola pirtûkxaneyan di şaristaniyê de

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 16 Tebax 2024 - 00:21

Li Pirtûkxaneya Giştî ya Kelarê, bi armanca salvegera damezirandina pirtûkxaneya bajêr, bi beşdariya rewşenbîr, jin, çalakvan û seydayên olî bi sernavê “Rola pirtûkxaneyan di pêşketina bajar û avakirina şaristaniyetê de” bi Berêz Ebas re semînerek hate lidarxistin.

Rêveberê pirtûkxaneya bajêr Îdrîs Jaleyî xêrhatina mêvanan kir û kurteyek ji dîroka damezirandina pirtûkxaneyê ji beşdaran re vegot. Her wiha behsa girîngiya pirtûkan di pêşveçûna civakê de kir

Piştre nivîskarê qada dîrokê Berêz Ebas bi sernavê “Rola pirtûkxaneyan di pêşketina bajar û şaristaniyetê de” semînerek pêşkêş kir.

Berêz Ebas di semînerê de diyar kir ku her gel ji bo ku çand û dîroka xwe nas bike, divê li ser dîroka neteweya xwe bixwîne, ji ber ku zanîn gel û neteweyan pêş dixe, bi rêya pirtûkan bi dehan şoreş û guherînên mezin li cîhanê çêbûne.

Berêz Ebas her wiha da zanîn ku tinebûna hişmendiyê yan tinebûna pirtûkxaneyan dibe sedema valahiyê di civakê de, ji ber ku pirtûk hişmendiya takekesî û civakê zêde dikin. Ji bo pêşketina her gelî ewil pêwîstî bi aliyê zanînê heye, ji ber ku heta hişmendiyeke mezin çênebe, guherîn pêk nayê.

Di dawiya semînerê de beşdaran dîtin û pirsên xwe pêşkêş kirin.

ANF/KELAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.