Rojnivîska Gurbetellî Ersoz êdî bi Fransî ye 

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 21 Îlon 2023 - 10:58

Rojnivîska Gurbetellî Ersoz a ku hem rojnamevan bû û hem jî bû yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd, bi navê "Min dilê xwe li çiyayan neqişand" li Swîsreyê bi Fransî hate weşandin.

Gurbetelliyê rojnivîska xwe di navbera salên 1995-1997'an de nivîsandibû û piştî ku şehîd bû, ji Weşanên Mezopotamyayê sala 1998´an weke kitêb derçûbû. Ev rojnivska Gurebetelli Ersozê, biha li Swîsreyê bi Fransî hate weşandin. Weşanên “Les Éditions d’En Bas” kitêb bi Fransî weşand.

Çalakiya pêşî ya danasîna pirtûkê wê 29'ê Îlonê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê li “Le Pavîllonê” saet di 18:00´an de pêk were.

Ji edîtorên Les Éditions d’en Bas, Pascal Cottin û Jean Richard, her wiha midûrê berê yê Musée des Beaux Arts (Muzeya Hunerên Bedew) Bernard Fibicher jî wê weke qiseker beşdarî çalakiyê bibin.

Gurbetellî Ersoz ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê yekemîn Rêvebera Giştî ya Weşana rojnameyekê bû, dema ku Berpirsyaryia Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê dikir, ji ber karên xwe yên rojnamevaniyê hatibû girtin û êşkenceyên giran lê hatibû kirin.

Gurbetellî Ersoz piştre tevlî nava refên PKK'ê bû û bibîranîn, helbest û xwerexnekirinên xwe yên di navbera salên 1995-1997'an weke rojnivîsk tomar kiribûn.

Gûrbetellî Ersoz, 8'ê Cotmeha 1997'an li Başûrê Kurdistanê, hîna 32 salî, şehîd bû.

Delal Chamarane kitêb wergerandiye Fransî û kitêb weke 288 rûpel hatiye çapkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.