Rojhat Harûn bang li malbata xwe ya li ber HDP’ê kir: Guh nedin dewletê

În 22 Cotmeh 2021 - 23:26

  • Gerîla Rojhat Harûn: ’’Banga min ewe ku guh nedin xapandina dewletê û bi beşdariya min serbilind bin. Yê ku we dikujin û dixwazin we qir bikin ev dewlet bi xwe ye.’’

ZAL KARDOX  / ANF/BEHDÎNAN
    
Dewleta Tirk a dagirker wekî parçeyek şerê taybet li ber deriyê avahiya HDP’ê ya bajarê Amedê malbat dane rûniştandin. Bes heya niha encamên jê hêvî dikir bi dest nexistiye.

Malbata gerîla Rojhat Harûn jî ji wan malbatan e ku li ber deriyê avahiya HDP’ê rûniştiye. Rojhat Harûn sala 2015’an beşdarî nav refên gerîla bû. Wî bi berfirehî qala sedemên beşdariya xwe a li nava hêzên gerîla û têkçûyîna dewleta Tirk kir, ku ketiye pey van rêbazan. 

Rojhat Harûn wiha xwe dide naskiri: ‘’Sala 1993 li gundê Tewerzê yê navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bûm. Piştî demekê malbata min derbasî Amedê bû. Ez li Amedê mezin bûm û min li wir dibistan xwend. Bajarê Amedê ji xwe bi welatparêzî û girêdana bi tevgera me re tê nasîn. Lêgerînên min li dibistana lîseyê destpê kir, lê tenê di asta sempatîzaniyê bû. Lê piştre dema derbasî Sakaryayê bûm ji bo xwendina zaningehê min bêhtir li ser tevgerê lêkolîn kir û ev derfet jî hebû. Li Sakaryayê gelek caran rastî gefên dewletên û saziyên wê hatim. Ev yek jî di kesayeatiya min de mereqa lêgerîn û naskirinna têkoşîna çekdarî zêde kir.’’

‘Bê têkoşîneke çekdarî nabe’

Rojhat Harûn dibêje, sala 2015 pêvajoyek li Tirkiyê hebû bes ji nêzîkatiyên dewletê û rayadarên wan dihat fêhmkirin ku wê ev pêvajo dewam neke û wiha pê de diçe: ‘’Her wekî din di wê pêvajoyê de gelek car êrişên dewletê bi ser gelê me hatin kirin.

Wê demê ez gihîştim wê rastiyê ku têkoşîneke çekdarî nebe, nepêkane ku têkoşîna gelê Kurd bigihêje encamê. Ji ber van sedeman û ji ber baweriya min a bi tevgerê re sala 2015’an li çiyayên Botanê beşdarî nava refên gerîla bûm.

Sala 2015’an di navbera tevgera me û dewleta Tirk de şerekî giran hebû. Dewleta faşist biryar dabû ku gelê me di qirkirinan re derbas bike û tevgera me tasfiye bike. Ji bo vê ji qada navdewletî teknîkên serdemê wergirt û bi vê yekê bi ser gel û tevgera me de hat. Li gelek deverên Bakurê Kurdistanê komkujiyên mezin pêk anîn. Gelek bûyerên din hene ku angaşta wan a tune kirina gelê Kurd li ber çave û min ev yek ji nêz ve şopand.

Bêguman pîlanê wan ê çokdanînê bi serneket û her ku çû gerîla zêdetir mezin bû û pîlanên wan pûç kir. Dema ku dewleta Tirk li bin ket, serî li rêbazên şerê taybet da û hewl da bi vî rengî gelên Kurd û Tirk bixapîne. Yek ji van rêbazan jî şandina hinek malbatan li ber deriyê avahiya HDP’ê ye. Ji wan malbatan re tê gotin ‘HDP zarokên wan xapandina û şandina çiya’. Lê ev nerast e.

HDP propagandaya çûyîna çiyê nedikir  

Yek ji wan malbatan malbata min e. Ji bo min, ez bi fikir û îradeya xwe a azad beşdarî refên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bûm. Weke ciwanekî Kurd hatin û çûyîna min ji bo saziyên HDP çêdibû. Lê HDP bi xwe ji bo ku em beşdar nebin bi awayekî yekser astengî li pêşiya me çêkirin. Ger li gorî HDP bûye pêwîst nedikir ku ez beşdar bibim. Ji ber têkoşîna HDP’ê di çarçoveya siyasî û di hundirê zagonên Tirkiyê ji bo çareseriya doza gelê Kurd pêk tê. Li gor nêrîna min ev yek têrê nedikir û ji bo wê ez beşdarî refên gerîla bûm. Ne şerekî çekdarî be mirovê Kurd nikare azadî û mafê xwe bi dest bixe.

‘Hevalên min li gel min şehîd bûn’

Di sala 2015’an piştî ez tevlî bûm li herema Botanê di encama êrîşên hewayî de hevalên min li gel min şehîd bûn û ez jî birîndar bûm. Di serî de ji bo malbata xwe û malbatên din yên li ber deriye avahiya HDP re dibêjim. Yê ku me şehîd dixe û bi hovîtî êrîşî me dike heman dewletê ku we şandiya avahiya HDP.

Weke gerîlayekî me dilê xwe mezin kiriye û tenê bi malbatekî re sînordar nînin. Bi hezaran malbatên me hene. Hun jî dile xwe mezin bikin û hunê bibînin ku bi hezaran zarokên we hene. Êşa gelê kurd hîs bikin, wê deme hunê wate bidin tekoşîna me û pê kêfxweş bibin û serbilind bibin.’’

Dewletê nas bikin

Her wiha Rojhat Harûn bang li malbata xwe dike û dibêje: ’’Daxwaza min ji hemû malbatan ewe ku pêwîste hesab ji dewletê were xwestin, ne ku werin li berê avahiya HDP û guh bidin pilanên dewletê. Yê ku we dikujin û dixwazin we qir bikin ev dewlet bi xwe ye. Pêwîste hûn destê xwe bavêjin qirka wan û hesab ji wan bixwazin. Pêwîste hûn beşdarî tekoşînê bibin û dev ji runiştina ku çi encam bi dest naxe berdin. Malbatên ku tevgera me nas nakin pêwîste hîn zêdetir lêkolîn bikin û ji malbatên ku di vê dozê de bedel dane hîm bibin. Wê demê hûnê wate bidin sedema derketina me li ser van çiyayan.

Bi beşdariya min serbilind bin

Banga min ewe ku guh nedin xapandina dewletê û bi beşdariya min serbilind bin. Hêvî û daxwaza min eve. Ciwanên li hawirdura malbatê jî pêwîste bertekên xwe ji dewletê re raber bikin, polîtîkayên dewletê qebul nekin û di saziyên wan cih negirin. Cihek hebe ew jî refên tekoşînê ya tevgera azadiya kurdistanê ye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.