
Rojên Fîlmên Kurd a 1'emîn bi hevkariya Komîsyonan Çandê ya NÇM a Mannheimê û xwendekarên zanîngehê yên li Heidelbergê perwerdeyê dibînin, li Karlstorkinoyê destpê kir.
Rojên Fîlmên Kurd a 1'emîn a Heidelbergê bi amadekariya Komîsyona Çandê ya NÇM-Mannheim (Navenda Çanda Mezopotamya-Mannheim) û xwendekarên zanîngehê yên li Heidelbergê dixwînin, dest pê kir. Çalakî 12'ê Kanûna 2025'an li Karlstorkino ya Heidelbergê bi vekirineke bi beşdariya sînemahezan destpê kir.
Di roja duyemîn a Rojên Fîlman de tevlîbûna zêde bal kişand. Li ser tijîbûna salona sînemayê, nîşandana fîlman û çalakiyan li kafeterya sînemayê li ekranên mezin hate şopandin. Li vê derê Mikaîl Aslan, Cemîl Koçgirî û hevalên wan hunera xwe nîşan dan. Bi govenda li kafeteryayê hate kişandin re coş û kelecan bilind bû.
Rojên Fîlmên Kurd a 1'emîn a Heidelbergê di roja duyemîn de bi nîşandana du fîlmên Kurd dewam kir. Rojên Fîlman bi nîşandana fîlm û çalakiyan wê dewam bike.
ANF/HEIDELBERG











