Rojên Ekolojîk ên Amedê ku Komeleya Ekolojiyê cara 2’yan li dar dixe bi gotûbêja derhêneran û nîşandana filman bi dawî bûn.

Rojên Fîlmên Ekolojîk a Amedê ku ji hêla Komeleya Ekolojiyê vê dihatin lidarxistin bi nîşandaneke li Zarok Ma'yê bi dawî bû. Di roja dawî ya nîşandan filman de filmê Etna Ozbek ê bi navê “Nosema”, filmê Adar Baran ê bi navê “Sar” û filmê Îlham Bakir “Dengê Kilîtan” hatin nîşandan. Piştî nîşandana filman ku eleqeyeke zêde dîtin derhêner Îlham Bakir û Omer Leventoglû di gotubêja hate lidarxistin de axivîn. Çalakî bi gotûbêjan bi dawî bû.

Mijarên filmên hatine nîşandan ev in;

Filmê bi navê Sar çîroka jineke ducanî û hevjînê wê ku hewl didin li erdnîgariyeke sar sînorî derbas bikin vedibêje.

Filmê Nosema jî hefteya dawî ya Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ên dema li gundê keldaniyan ê bi navê Mehrî yê navçeya Elkê ya Şirnexê dijiyan, hatin revandin û kuştin vedibêje.

Filmê Dengê Kilîtan jî li ser dostaniya du zarokên ku yek jê Ermen yek jî Kurd e hatiye çêkirin di heman deme de bi zextên dewletê yên li ser Ermenan jî dadikeve.

AMED