Bi boneya salvegera 3´yan a dagirkirina bajarê Serêkaniyê û Girê Spî, Yekitiya nivîskarên Kurd a Sûriyê û Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê ji bo silavkirina berxwedana gelê Serêkaniyê û Girê Spî û şehîdên berxwedana rûmetê bi bîr bînin, şevbihêrkeke helbestan li baxçeyê Osman Sebrî yê Xwendinê li dar xist.
Bi dehan kesayetên mîna Elî Murad, Anahîta Sîno, Cemîl Dahir, Mustefa Sîno, Ebud Mexso û hunermend Kawa Kalê, di heman demê de xelkê bajarê Qamişlo amade bûn.
Di destpêkê de di şexsê şehîdên berxwedana rûmetê de li ser giyanê tevahiya şehîdên di oxira azadiya welat de canê xwe feda kirine, rêz hat girtin.
Paşê endamê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Telal Şêx qala dagirkeriya li ser herêma Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir û got, “Her çiqasî dijminê dagirker qurmên darên zeytûnên me li herêma Efrînê ji kokê de qut bike, di heman demê de bajarên me yên dagirkirî yên mîna Serêkaniyê û Girê Spî ti caran ji dilê me dernakevin. Wê hertim di dilê me de bijîn. Bi kêliyan û demjimêran Serêkaniyê û Girê Spî di bîra me de ne. Çawa ku îro em li vir kom bûne, weke helbestvan û nivîskarên Yekîtiya Rewşenbîran, rojek wê were, em ê li Serêkaniyê jî kombûnên xwe yên rengîn çêkin.”
Piştre, helbestvanan helbestên xwe li ser berxwedana Serêkaniyê û Girê Spî bi mêvanan re parve kirin.
ANHA/QAMIŞLO