'Rojek'a Zaynê di RIDM’ê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 22 Tebax 2022 - 21:09

  • Di Festivala Belgefilman a Navneteweyî ya Montrealê (RIDM) a 2022’yan de 6 filmên xwe yên pêşî dan zanîn û di nava wan de belgefilma Zaynê Akyol jî heye. 

Di Festivala Belgefilman a Navneteweyî ya Montrealê (RIDM) a 2022’yan de 6 filmên xwe yên pêşî dan zanîn û di nava wan de belgefilma Zaynê Akyol jî heye. Zaynê Akyol hîna 4 salî ye dê û bavê wê radihêjin zarokên xwe,

Kurdistanê bi cih dihêlin û dibin penaber li Kanadayê.

Belgefilma wê ya beriya niha ya li ser gerîlayên YJA Starê sala 2016’an gelek xelatên neteweyî û navneteweyî girtin. Li Festîvala Filman a Mîlanoyê sala 2016’an hem filma destpêkirina festîvalê bû û hem jî bû fılma herî baş.

Di vê filma xwe ya nû de Zaynê Akyol hevpeyvînan dike endamên navder ên DAIŞ’î ên li Rojava girtî. 
Festival wê 17’ê Mijdarê destpê bike û 27’ê Mıjdarê jî bi dawî bibe.

MONTREAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.