Rojava li Silêmaniyê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 24 Mijdar 2020 - 02:26

  • Weşanxaneyên ji Rojavayê Kurdistanê îsal jî li Pêşangeha Kitêban a Silêmaniyê hazir in û xelk elaqeyê nîşanî wan dide. Daxwaz heye ku berhemên ji Rojavayê Kurdistanê wergerînin Soraniyê da ku xelkê Başûr jî karibe bixwîne.

Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Silêmaniyê ya Duyem li dar dikeve. Pêşangehê deriyên xwe 17´ê Mijdarê li xelkê vekirin û wê heta 27´ê Mijdarê jî vekirî bihêle. Îsal di pêşangehê de weşangerên ji Rojavayê Kurdsitanê beşdar bûne. Tevî ku weşanên wan bi Kurmancî û erebî ne jî, welatiyan elaqeyeke mezin nîşanî wan da.

Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Silêmaniyê ya Duyem di roja xwe ya 6´an de dewam dike. Îsal 227 weşanxane bi berhemên bi Kurdî, Erebî û zimanên din beşdar bûne. Ev weşanxane ji 17 dewletên cihê tên û bi giştî qederê 3 milyon kitêbî li ser dezgehan hene.

Di pêşangehê de, weşangerî û nivîsgehên ji Rojava jî beşdar bûne. Yek ji wan jî Weşangeriya Şilêr e û yan dinê jî nivîsgeha Bendarok e. Berpirsên van saziyên weşanê çûnûhatina xelkê normal dibînin, tevî ku pandemiya ji ber şewba vîrusa koronayê jî heye.

Bi Kurmancî jî be xelk dikire

Li pêşangehê, tevî ku kitêbên bi Kurdî yên ji Rojava ne bi Soranî lê bi Kurmancî ne tevî ku alfabeya wan ne Erebî [Aramî] lê Latînî ye jî, xelk elaqeyê nîşan dide. Weşanxane jî ji vê razî ne.
Abdullah Şêxo xwediyê nivîsgeha Bendarok e. Ew par jî beşdarî pêşangehê bûne. Wan îsal qederê 700 kitêbî aniye pêşangehê. Ew dibêje, xelk îsal li gorî par kêmtir tên serdana pêşangehê. Li gorî wî sedemek jê pandemî be jî, ya din rewşa xirab a aborî ya xelkê Başûr e. Jixwe nedana mûçeyên xelkê jî derdê ser derdan re ye di vê meseleyê de.
Abdullah Şêxo dibêje, dîsa jî daxwaza xelkê heye ku weşan û çapên Rojava bişopînin: “Piştî Şoreşa Rojava, daxwaza şêniyên Silêmaniyê ya şopandina bûyeran li Rojava û berhemên çandê zêde bûye.”

Pêşangeh weke pirekê ye

Abdullah Şêxo diyar dike ku beşdariya li pêşangehê, derfetekê ava dike, dibe pirek ji bo têkilî û naskirinê di navbera parçeyên Kurdistanê yên cihê de. Ew dibêje, pêşangeh her wiha pireke pevguhertina çandê di navbera xwendevan û nivîskarên ji tevahiya herêmên Kurdistanê de ye jî: “Dijminên gelê Kurd bend û astengiyên siyasî di nava gelê Kurd de danîn. Lewma avabûna pireke têkiliya çandê, ji bo şikandina van bendan pirr girîng e.”

Xelk Şoreşa Rojava meraq dike

Endama Weşanxaneya Şilêr, Ahîn Mihemed e. Weşanxaneya Şilêr ev cara yekê ye beşdarî pêşangehê dibe. Wê qederê 100 pirtûkên bi Erebî û Kurdî li dezgehên xwe danîne. Ahîn Mihemed dibêje, “Weşanxaneya Şilêr di 2017’an de ji bo çap, weşana pirtûk û berhemên nivîskarên Rojava yên wêjeyî, zanistî û dîrokî, hat damezrandin.”
Ahîn Mihemed eşkere dike, cudabûna tîpên çapkirinê bandorekê li pêşwazîkirina li beşa weşangeriya Rojava kiriye û dibêje, “Pêşwaziyeke baş li ser pirtûkên bi zimanê Kurdî (kurmancî) heye, lê li gel wê jî zimanê li Silêmaniyê (Soranî) ye û bi tîpên Erebî ye.”

Doza wergerên ber bi Soranî ve

Ahîn Mihemed îşaret pê dike ku daxwazeke zêde li ser danasîna berhemên Rojava heye û gelek xwendevanan xwestiye ku pirtûkên nivîskarên Rojava bi zaravayê Soranî û bi tîpên erebî were çapkirin da ku şêniyên Başûrê Kurdistanê bikarin bixwînin.
Ahîn Mihemed bi bîr dixe ku gelek kesên ji Rojava yên li Silêmaniyê û bi taybetî xwendekar jî serdana pêşangehê dikin, nexasim jî serdana beşa weşangeriya Rojava dikin.

 

Bi sed kitêbî li Silêmanî ye

Weşanxaneya Sîtav a ji Bakurê Kurdistanê jî bi 100 kitêbên xwe tevlî Pêşengeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Silêmaniyê ya Duyem bûye. Kitêbên wê li ser dîrok, ferheng, roman û çandê ne.

Navenda Weşanxaneya Sîtavê Wan e. Ev cara pêşî ye ku tevlî vê pêşangehê dibe. Li ser dezgeha xwe wê 100 kitêbên wê weşandî danîne. Kitêba wê ya herî nû jî Pirtûka Gotinên Pêşiyan a ji 4 bergan û 7 hezar rûpelî ye.

Nivîskar û xwendiyê Weşanxaneya Sîtav, Qahir Bateyî got, "Pirraniya berhemên ku me li vir nîşan dane, bi zimanê Kurdî ne. Hinek berhem jî bi zimanê Tirkî ne. Ew jî pirraniya wan lêkolînên li ser dîroka Kurdan e. Tevlî şêwazê rêzimana Kurmancî ji ya Soranî cuda ye, lê dîsan welatî berê xwe didinê û berheman dikirin."

Qahir Bateyî diyar kir ku armanca wan qezenca madî nîne, bipêşxistina wêjeya Kurdî ye.

SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.