Li ser mijara “Şerê Tirkiyeyê li bakurê Sûriyê û Rojava” komeleya Helle Panke e.V. li Berlînê bi beşdariya hevseorkê PYD´ê Salih Muslim -dijîtal-, nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî li Elmanyayê Xalid Dewrêş, dîrokzana di karê raya giştî ji bo Tirkiye, Bakurê Sûrî û Iraqê yê rêxistina Medico internationalê Anita Starosta û Hevseroka Partiya Çep a Elman Janine Wissler panelek li dar xist.
Xalid Dewrêş di panela bi hevkariya Weqfa Rosa-Luxemburgê de got, “Civaka li Bakur û Rojhilatê Sûrî xwe bi xwe bi rê ve dibe. Ev ne projeyeke xwerû Kurdî ye, pirrnetewe ye. Û bi vê xisleta xwe jî ji bo tevahiya herêmê alternatîfeke demokratîk e.”
BERLÎN