• 21ê Sibatê ji me Kurdan re wateya vê rojê gelek cuda ye. Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê ku weke ’’Kurdistana Dayî’’ tê naskirin rojeke wiha xwedî peyamên girîng û dîrokî ye.

KAKŞAR OREMAR

 

21ê Sibatê ji me Kurdan re wateya vê rojê gelek cuda ye. Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê ku weke ’’Kurdistana Dayî’’ tê naskirin rojeke wiha xwedî peyamên girîng û dîrokî ye.

Tevî pîrozkirina vê rojê; ji bo gûherandina vê rewşa bêser û ber em dikarin van xalên jêr bêxin jiyana xwe ya rojane:

* Zimanê Facebook, Twitter, Instageram, Telegramm û hemû torên din yên civakî bikene KURDÎ.

*Bila zimanê we yê diyaloga rojane, civînên berpirs û birêveberên saziyên me li her derê KURDÎ be.

*Girîng e mirov vê pirsgirêka bingehîn an ku neaxiftin bi zimanê xwe yê zikmakî di mejiyê şexsê xwe de çareser bike û bihayê bide zimanê xwe yê zikmakî.

* Kurdî axaftin ne eyb e û ne şerm, ne sûc e û ne cinayet, ew mafê herî sade-sirûşti yê her kesekî/ê ye.

* Ger kesek vî mafî di vê rewşa heyî da bikar neyîne, bila zêdetir li ser dîrok û keda şoreşgerên doza Kurdistanê bixwîne û bifikire. 

*Bila awaz û qêrînên me, şahî û nexweşiyên me jî bi zimanê KURDÎ bin ku pilan-projeyên dagîrkerên axa me Kurdistana Mezin vala derkevin.

* Mînaka jêr yê gelek rastiyan bi bîra me bîne:

Dîplomatkar John Macdonald Kinneir(1730-1882) ku bi navê Colonel MacDonald tê naskirin, efserekî Skotlandî yê şirketa Hindistana Rojhilat bû û di salên dawî yên jiyana xwe de nûnertiya Brîtanya li Îranê di serdema desthilatdariya Qacarîyan de dikir. Ew di pirtûka xwe a li jêr navê:” Rêwîtiyek ber bi Asyaya Biçûk, Ermenistan û Kurdistanê ve” wiha dibêje:”

“Eger em guhertina ol û mezheb wek îstisna bibînin, tenê Kurdin ku weke neteweyekê ji serdema Gizenfon(Ksenofon-Babê Dîrokê)” heta niha di kesayetî(karakter) û edet-orfênên wan de gûherandinek çênebûye.”

Bi vê yekê re Roja Cihanî ya Zimanê Zikmakî li we tevan, bi taybetî jî li mamosta Zara Mihemedî pîroz be.