MUHAMMED KAYA/BERLÎN
 
Derhênerê Kurd Selim Yildiz, bi rêya dîmenan hewl dide serpêhatiyan bibêje. Bi xebatên xwe yên wêneyên belgeyî tê nasîn. Ew ji bo xwe dibêje, "Ez hunermendek im ku berê xwe didim xebatên şexsî yên fotografan ên li ser zarokên li ser erda xwe bûne penaber, çapemeniya Kurdî û koçberiya Êzîdiyan". Tecrûbeya wî a filmê ya pêşî ’29’ bû ku wê sala 2013'an çêkir. Piştî wê, wî belgefilma "Bîra mi têtin" çêkir û pê behsa Roboskiyê kir. Piştre jî wî serpêhatiya rêwîtiyekê bi navê "Diyalog" kir belgefilm. Niha hindik maye filma xwe ya 4'an a bi navê "Monolog" biqedîne. Ji bo filma "Monolog" wî got, "Ez hewl didim serpêhatiyên nedarîçav ên şerekî dirêj ê 37 salan bi rêya sînemayê qeyd bikim." 

Nasêwirîne, qeyd dike

Ji bo çêkirina belgefilmên xwe ew dibêje, "Em çîrokê nasêwirînin, em serpêhatiyan qeyd dikin. JI ber wê jî di dema girtina dîmenan de di sînemeya belgefilman de rewşa derhêneriyê dernakeve holê. Em şahidiyê dikin li serpêhatiyan û wan qeyd dikin."

Sînemaya Kurd û temaşevanên wê ciwan in

Ji bo zehmetiyên sînemaya Kurdî û nexasim jî sînemavaniya belgefilman, Selim Yildiz dibêje, "Herçî sînemaya belgefilman a Kurd e, li wan wan erdan ku lê pirsgirêkên civakî, binpêkirina mafan pirr diqewimin, sînemaya belgefilman derdikeve pêş.

Sînemeya Kurdî hîna pirr ciwan e, weke ku hîna nû tê dinê, bi qolincê xwe hewl dide hebe, xuya be. Sînema nû ye, lê temaşevanên wê jî nû ne. Em behsa sînemayeke 25-30 salî dikin. Festîval, firotina TV'yan, û yên din, ev li Tirkiyeyê ji pirsgirêkên mezin in. Lê dinya ne tenê Tirkiye ye. Herçî çavkanî, dewletên dinyayê hemû û saziyên dewletan xwedî li sînemavanên xwe derdikevin û destekê didin wan. Lê mixabin şensekî me yê wisa çênebû."

Selim Yildiz wiha behsa filmên xwe dike: "Ez berê xwe didim serpêhatiyên nexuya yên li pişt şerekî 37 salan, û hewl didim bikin ku ew xuya bikin. Komkuijiya Roboskiyê aliyên herî dijwar ê pirsgirêka Kurd e. Bi sedan film bên çêkirin jî, wê nikaribin têra xwe birîna Roboskiyê îfade bikin, birîneke ewqasî mezin e. Derdê min ew e, ya ku dibe para min, ez bibêjim. Divê em nehêlin ku ew mirovên bi bobeyên dewletê parçe bûn, bên jibîrkirin. Ti kes nehat dadgehkirin, ev jî hovîtiyeke tirsnak e. Roboskî rûreşiya Tirkan, birîna Kurdan e." 

Ji bo filma niha çêdike "Monolog" jî ew dibêje, niha di qonaxa post-produksiyonê de ye. Heger têra xwe alîkariyê berhev bike, wê destpêka Hezîranê filmê bi dawî bike. Ji bo vê jî wî kampanya li ser www.indiegogo.com daye destpêkkirin. 

Filma Selim Yildiz "Diyalog" wê heta 28'ê Nîsanê di Festîvala Filman a Londonê de online bê nîşandan.