Rizan Saïd (Rizan Seîd) muzîka ambîansê ya wan stranên dawetan ên Omar Suleyman ên ku bi milyonan kesî li wan guhdarî kir, çêkiriye. Wî albûmeke xwe weşand bi navê “Saz Û Dîlan” û di nava albumên herî baş ên sala 2020´ê yên Swîsreyê de li gorî RTS Culture ew jî heye; tevî ku album 11 Cotmeha 2019´an derçûye. 

Rizan Seîd sentêtîzorekî muzîka rojhilatî ye. Ew Kurdê Rojava ye, lê di albumê de ne tenê muzîka Kurdî û Kurdan heye. Ew muzîka reqsê ya li seranserê Kurdistanê û ya Ereban di nava hev de bi hêmanên elektro muzîkê sentez dike. Di encamê de deriyên “dîskoteka rojhilat” û muzîka îro ya Ereb û Kurdan li guhdaran vedike. 

Saz û Dîlan albuma duyem a Rizan Seîd e, Akuphonê album derxistiye. Tê de 8 parçe hene: Melfuf, Kinana, Yuma, Yassîn, Bilûr, Zernî, Sabrî, Mewal. Di nava van parçeyan de em carinan hevokek didu bi Erebî û Kurdî bibihîsin jî -û ji xwe pirraniya wan jî zelûl in-, album bi serê xwe weke înstrumental hatiye sêwirandin. 

Dengên stranbêjên di albumê de jî yên herêmî yên Kurd û Ereb ên li Sûrî ne: Kinana Alqasir, Mohammed Shikhmous, Yassîn û Sabrî Mohammed.

Bavê Kerem ji Amûdê li Zirnê xistiye, Mehmûd Berazî aranje kiriye, Silêman Dumyan mîksa wê kiriye, masteringa albumê jî karê Mark Gergis e. Bestekarî û îcra karên Rizan Seîd in.

Albuma wî ya pêşî “King of Keyboards” bû ku sala 2016 şirketa Annihayayê ew belav kiribû. Rizan Seîd ji Serêkaniyê ya dewleta Tirk dagirkirî ye.

LOZAN