OSMAN KAPAN
Di xwezayê de belesebeb tiştek çênabe. Her tişta di xweza yê de ji bona armancekê çêbûne. Lewra xweza tişta jêre ne pêwist naafirîne.Xweza li gorî pêdivîyên xwe diafirîne.Civak jî wisa ne li gorî ewlehî,debar û tevayê jiyana xwe tişta ji wan re pêwist saz dikin.Ji bo hebûn û ewlehiya xwe artêş û amurên xwe parastinê, ji gelan re tiştekî jêneger e.Ev yek jo bona hemû zindiyan jî derbasdare û xwe parastin mafekî rewa ye.Ku êrîş nebe,hace3t bi xwe oarastinê jî namîne.Lê ku êrîş nebe jî,divê amûrên xwe parastinê,tim amade bin.Beparastinî, dibe sedema ku meriv bibe nêçîra yekî din.
Em zêde naçine dûr,di şerê cîhanê yê yekem û duyem de,artêşa Kurdan hebûna dê ew jî wekî her kesî nebûbana xwedî dewlet? Bêguman sedema ku nebûne dewlet,yek jê bê artêşî,ya din bê tifaqiya wan bû.Ji bona ku ev nebû bûne leşkerên xelkê…
Îca niha di bin navê pêvajoya nû de,ji Erdoxan bigire heya rojnemevanên wan ên kelemşor dibêjin bila Kurd di cih de dev ji çekê berdin. Çima Kurd dev ji çekan berdin,çi hatiye guhartin û ji bona çi çekan berdin,ka we çi maf daye ku Kurd dev ji çekan berdin…?
Qey “ ristika dayîka Kurdan qetiyabû “ û ji bo lêbigerin rahiştin çekan, an jî ji bona neheqiyê li hineke din bikin rahiştin çekan? Win ji me baştir sedemên ku Kurdan rahişte çekan û berê xwe dane çiyayên pîroz dizanin.Ka gaveke samîmî biavêjin,gotineke ku Kurd ji we bawer bikin bêjin, da Kurd bi we bawer bin.
Tevgera Azadîya Kurdîstanê, Rêber Apo û gelê kûrd samîmî ne û xwedî vîna çareseriyê ne.Lê win? Fermandarê giştî yê artêşaq Kurdîstanê,birêz Murat Karayilan di daxwiyaniya xwe de dibêje: “…Tevger û partiya me heta hetayê girêdayî Rêber Apo ye û baweriyeke xurt heye.Di vî warî de tu pirsgirêk nîne. Derbarê vê meseleyê de heta niha ji aliyê dewlet û desthilatdariyê ve tu nîşaneyên pêvajoyeke nû nînin.Bersike erênî li aliyekî tew kiryarên wan dibin sedema metirsiyên cidî…”
Ji hêlekê ve behsa pêvajoyê dikin,ji hêla din ve çoyê gefan dihejînin.Berîya niha bi çend rojan li Amed,Riha û şernexê endamên tevgera siyasî xistin bin çavan.Kayuman diavêjin ser şaredêriyên gel. Ji hêla din ve bi zimanekî zirtonek dibêjin çekan berdin.Ligel hemû bangewazî û daxwiyaniyên rayedarên xweseriya demokratîk ên pozîtîf, tevî çeteyên xswe êrîşên li ser Rojava,bi taybet li ser bendava Tîşrînê roj bi roj dijwartir dike.Li hember şervanên gernas bêçare dimîne, sivîlan hedef digire,bi dehan sivîl şehît ketine di van êrîşên hovane de. Îca ku Kurd bê çek bin winê çi bikin, qey nêta we ewe ku komkujiya we bi serê gelê Ermen de anî bînin serê Kurdan jî? Êdî Kûrd xwedî paradîgma, xwedî artêşin û bi aqilê stratêjik tev digerin.Ne gefên we, ne jî fen û futên we kar nakin.
Berî ya her tîştî ku win cidî û ne li pey fen û futa bin,hinekî cidî bin û wi zimanê xwe yî jahrî bi şemirînin.Li hember Rêber Apo rêzdar bin.Ji bîr nekin; Rêber Apo ne kesek, îrade û temsîliyeta gelê Kurde. Ji ber wê bêrêzî û bê hurmetiya li hemberî Rêber Apo,li hember hemû Kurda ye. Bi awayekî din em bêjin li hemberî hemû nîrxên mirovahî yê ye.Lewra Rêber Apo, bi hişmendî û rêbazên çareseriya mirovahî yê, sînor derbaskirine û gelên pêşverû jî wî weki rêberê xwe dibînin.Serok eşîrekî gelê Ereb digot:” Dema ku win dibêjin Rêberê gelê kurd,win rola Rêber Apo kêm dikin.Ew tenê ne Rêberê gelê kurd,yê me û hemû bindestaye…”
Ji bona wê dema navê Rêber Apo werê gotin,berî her tiştî divê ev hesasîyet werê dîtin.Bi her gotina nxweş bi milyonan meriv pê diêşe.Divê pêşî ev werê dîtin û zimanê gemarî bi xwîn werê şemirandin.Hele hele hin alîgir ( em nasyonalan nabêjin,lewra ew tim wisa ne) ên ku xwe wekî rojnemavan-analîst didine xuyakirin,cehalet ji nav rûyê wan dirije.Lê ji bo ku meriv tenê reş bike rûyekî welê bê şerm lazime.Ew kes xwe dikine piporê her tiştî(lewra erkdarin.).Carina pisporê şer in,carina yên erdhejê,aborî, civaknasî ûhwd.Hema tu çi bêje ew in! Lê di rastiyê de tetikkêş in.Berî her tiştî divê ev bêne girêdan.
Gotina dawî; ku win cidî bin,demildest Rêber Apo berdin.Lewra di aştiye de di destê hêlekê de şur,yê din det girêdayî nabe…