- Rêbaza ku di dîmen de karaktera Rihan û ya bavê wê zelûl dike û dike ku temaşeker kêliyekê, diduyan nizanibe ka niha li kê temaşe dike, hestên destpêkê yên Rihanê beramberî bavê wê çêtir didin fêmkirin. Û yek ji aliyên xurt ên filmê ye.
Filma anîmasyon a kurt a bi navê Rojava di Festîvala Filmên Kurd a Londonê (LKFF) de hat nîşandan. Film bi derhêneriya kolektîf hatiye çêkirin û behsa serhatiya şervana YPJ´ê Rihanê dike.
LKFF a 11´an dewam dike. Festîval îsal online xwe digihîne her mekan û kesî, di ser malpera festîvalê û kanala wê ya youtube film û bername tên nîşandan. Yek ji filmên pêr êvarê hat nîşandan jî Rojava bû; anîmasyonek. Behsa keçekê û bavê wê dike. Keç piştî ku bavê wê şehîd dibe, tevlî nav refên YPJ’ê dibe û diyar e dibe fermandarek.
LKFF wê heta 24 Tebaxê dewam bike û hîna bi dehan film bên nîşandan. Filmên ji 15’ê Tebaxê ve weşandî jî li ser kanala festîvalê ne û mirov wê karibin lê temaşe bikin.
15´ê Tebaxê bi sernavê Beyond Border (Ji sînoran û wêde), kurtefilmên Barê Giran, Şowan, Birayê min Amal, Dêûbavên Rojbûnê û Şivan hatin nîşandan. 16´ê Tebaxê jî belgefilm û kurtefilmên Dilê Reqayê, Heval, Anons, Wendakirî, Tu dihisînî dayê? û Yar hatin nîşandan.
Pêr mijar "Jin di filmê de" bû û kurtefilm,belgefilm û anîmasyonên The Sprinkle (Peşk), "Ji bo kamerayê", Ziwan, Rojava, Rojek le rojan, Ba Birdû hatin nîşandan.
Bernameya doh bi sernavê "Şer di ekranê de" filmên Akam, Îlona dawî, Rewşa em tê de, Reqsek ji bo mirinê, Ferman, anîmasyona bi navê Pattern nîşan dan.
Di bernameya îro de bi sernavê "Carekê ji caran li Kurdistanê" filmên Rhino (derhêner: Armin Pourmohammad), Harmonîka (derhêner: Ashkan Saedpanah), Pantor (derhêner: Tahsin Ozmen), Wesyet (derhêner: Kamiran Betasî) wê bên nîşandan.
Anîmasyonên LKFF’ê
Di bernameya pêr de anîmasyona bi navê Rojava hebû li ser fermandareke YPJ’ê ya bi navê Rihanê. Doh jî anîmasyona bi navê Pattern hat nîşandan. Rojava bi xêzên û rengandina besît û bi anîmasyona ku Persepolisê hinekî tîne bîra me. Derhênerên anîmasyonê Emmanuel Temps, Hugo Voisin, Marion Bideplan, Guillaume Montoya û Noumi Thiriet, zimanê filma xwe kirine Kurmancî. Film li ser Rihanê ye ku ji ber şervaniya bavê xwe dilgiran e. Lê gava bavê wê şehîd dibe, ew şûna wî digire û di şerê li dijî DAIŞ’ê de li Kobanê fermandariya yekîneyeke YPJ’ê dike. Di filmê de kêliyên hêdî yên hizran derdikevin pêş û ev yek derfetê dide temaşekeran ku hem li bedewiya dîtbariyê binihêrin di heman demê de peywendiya wê bi rastiya li Kurdistanê re deynin. Ji ber ku gotin bi qasî dîmen li pêş e, estetîka filmê jî bi qasî dîmen, metn diyar dike.
Zelûliya di navbera keç û bav de
Rêbaza ku di dîmen de karaktera Rihan û ya bavê wê zelûl dike û dike ku temaşeker kêliyekê diduyan nizanibe ka niha li kê temaşe dike, hestên destpêkê yên Rihanê beramberî bavê wê çêtir didin fêmkirin. Û yek ji aliyên xurt ên filmê ye ev zelûliya derhêneran bi qest di filmê de bi cih kirî.
Temaşeker di qederê 8 deqîqeyan de bi estetîka muzîkê ya li vê zêdekirî wê şahidiya vê yekê bike. Muzîkjen Artyom Mînasyan û Rusan Filîztek vê yekê misoger dikin. Mirov dikare ji ber sererastnekirina metnê Kurmancî hin rexneyan li filmê bigire, lê Kurmancîbûna wê bi her halî cihê pesindayînê ye.
Mijarên festîvala îsal hemû, ev in: Ji sînoran û wêde, Têkoşîn dewam dike, Jin di filmê de, Di ekranê de şer, Carekê ji caran li Kurdistanê û Di filman de zarok.
Îsal bi giştî 50 film online tên nîşandan. Pêşbirkên festîvalê û xelat jî dewam dikin; juriyên festîvalê îsal Xelata Yilmaz Guney ya Kurtefilma Herî Baş, Masiyonên Taybet ên Juriyê û Xelata Rûmetê ya LKFF MC´yê didin.
LONDON