• Devrîm Çelîk: Piştî konsera min a li Semsûrê, binçavkirina min mînakeke berbiçav e ji bo vê yekê. Derketina min a derveyî welat niha qedexe ye û derbarê min de hin dosye hatine vekirin. Hunerê min ê azad dibe xofa dewleta Tirk.

YAŞAR AKSU

 

Devrîm Çelîk muzîkjenekî ji Mûşê ye, bi pirranî li gundê xwe maye û lê mezinbûye, lê belê niha li Stenbolê dimîne. Ew sala 1994´an li gundê bi navê Norşînê yê  Melazgirê hatiye dinê. Bi stranên weke Payîza Min, Dayê û Tu bûyî hat naskirin. Ji ber ku ji ber navê xwe, zimanê Kurdî û çalakgeriya xwe ya siyasî gelek zilm lê bûye, em pê re hem li ser muzîkê û hem jî li tesîra vê zilma dewleta Tirk peyivîn.  

Pergala Tirkiye li ser nasname û jiyane te bandoreke çawa çêkir?

Gelek tesîrên cuda çêkirin û hê jî dike mixabin. Jixwe, nêzikatiyên pergala Tirkiyeyê yên li dijî kurdewariyê li ber çavan bûn, ji ber navê min jî Devrîm bû zext li ser min jî çêbûn. Min li dibistanên leylî xwend. Ew dibistan navenda bişaftinê bû. Mamoste, polês û hemşîre gava dihatin gundê me, navê min bi guman bi lêv dikirin. Serhatiyeke min heye derbarê vê yekê de. Dema ez li dibistana navîn dixwend, karmendê dewletê gotibû, ‘navê te çi ye?’ Min jî lê vegerand û got ‘Devrîm’ e. Çawa min navê xwe got, sîleyek li rûyê min da û got ‘Ûlan ma tu komînîst î?’ Ez zarok bûm, min nizanîbû komînîst çi ye. Piştî vê bûyerê, ez ketim riya heqîqetê û min li nasnameya xwe kola. Despêkê pirs lewaz bûn, lê her ku çû pirsên min zelaltir dibûn. Ez di bin siya salên 1990’î de mezin bûm û van salan kir ku ez xwe nas bikim.
Ez di bin trajediyên navê Devrîm de mezin bûm. Gotinên dayika min gava li girtîgehê hat serdana min tim li bîra min in, ‘Xweziya me navê te nekiriba Devrîm, sedema vî navî serê te ti carî ji belayê xelas nebû.’ 

Te çawa dest bi muzîkê kir?

Di serî de kêfa min jê re hat û min wisa dest pê kir. Her ku çû ez hinekî din polîtîze bûm. Sala 2005’an ez guhdarek bûm. Berhemên ku min li wan guhdarî dikir, min hildibijartin. Sala 2010’an sazeke min çêbû. Ji ber bêderfetiyê ez li ser muzîkê perwerde nebûme. Jiyana li metrepolan û bertekên li hemberî nasnameya min ya kurdewar gelek pirs û pirsgirêk derxistin pêşiya min. Bi ked û dilsoziya xwe, min xwe gihand asteke teknîkî lê min nizanibû ez hîmên hunerê xwe li ser kîjan bingehê deynim. Hozan Serhed û Delîla ji bo min bûn mînakên baş û rê nîşanî min dan.

Tu muzîka Kurdî ya îro çawa dibînî?

Pergala kapîtalîst a ku li ser hemû qadên jiyanê bandoreke ne baş çêkiriye, mixabin li ser hemû beşên hûnerê jî tesîr kiriye. Muzîk jan, serhildêrî û evînên civakî tîne gel hev û bi awayekî estetîk tiştên nûjen ji wan derdixîne. Di dema me de ji ber sedemên polîtîk dengê muzîka Kurdî tê birrîn. Tevî astengiyan wekî demên berê em niha jî li berhemên hêja guhdarî dikin. Nûjenkirina stran û gotinên kevn, stîlên nû û dewlemendiyekê bi xwe re tîne. Ez ji muzîk û dengê ne baş hez nakim û rast jî nabînim. Ez di her deng û muzîkê de estetîkên piçûk yan jî mezin dibînim û qebûl dikim.

Ne tenê di muzîkê de mixabin di her beşên huner de astengiyên deshilatdaran hene. Dewleta Tirk ji muzîka Kurdî û muzîka azad ditirse. Piştî konsera min a li Semsûrê, binçavkirina min mînakeke berbiçav e ji bo vê yekê. Derketina min a derveyî welat niha qedexe ye û derbarê min de hin dosye hatine vekirin. Hunerê min ê azad dibe xofa dewleta Tirk.

Her hunermend bi erdnîgariya xwe radibe û dipije, li gor te hunerê gerdûnî çi ye?

Her mirov harmoniya rengên erdnîgariya xwe ye. Mirov, wêneyê erdnîgariya lê çêbûye, dide derdora xwe. Marks di gotereke xwe de dibêje, ‘Mirov, ji cihê ku jê têr dibe, teşe digire.’ Çawa ku li gor xwezayê, li her herêmê zad û berheman diafirin, huner jî di bin bandora erdnîgariya xwe de dimîne. Lê ew di heman demê de gerdûnî ye jî. Di her qad û beşê huner de rengê gerdûnî heye. Wergerên zimanên cuda yên pirtûkan, şano, filmên biyanî yên bi dûblaj zan jî jêrnivîs û wekî din; ev tev ji bo hûnerê gerdûnî dibine gav. Hestên kesên qetlîama Roboskî, Geliyê Zîlan yan jî Dêrsimê di ser wan re bihurî û yên li serhatiyên wan guhdarî kirine, nabin wekhev. Gava mesele dibe hest gerdûnîbûn diguhere.

Derbarê dengbêjiyê de fikr û ramanên te çi ne?

Dengbêjî hunerekî wisa ye ku pêdivî bi nivîsandinê nîne. Ji aliyê herikbarî û rengê deng ve mîrê dengbêjan Şakiro ji bo min xwedî cihekî taybet e. Jixwe ez qala naverokên berhemên wî nakim, deng û awaza wî bi serê xwe deryayeke bêsînor a hestan e. Dengbêjî rengê herî pîroz e di hûnerê Kurdî de.
 
Çi dihêle muzîk bi pêşkeve û çi nahêle?

Piştî fermana Şengalê bi dehan stranên li ser rewşa Şengalê hatin afirandin. Her wiha Roboskî û Kobanê jî mînak in. Lê mixabin êrişên dewleta Tirk yên li dijî ziman û muzîka Kurdî nahêlin ku muzîk bi pêş keve. Dema êriş çêdibin afirînerî jî birîndar dibe. Hesasbûn, bi hostetî deriyên nû vedike. Ez muzîka Kurdî gelek rengîn dibînim. Nifşên ku rap, rock û popê dikin jî hene. Berê me tenê li “Koma Berxwedan” guhdarî dikir û ez hê jî pirr lê guhdarî dikim. Niha dewlemendiya deng û rengên muzîka Kurdî zêdetir bûye.

Kî ji bo te gelekî muhim e ku tu xwe li rêûresma wê/wî bigirî?

Du navên ji bo min gelekî rêzdar û nemir hene, Hozan Serhed û Delîla yên di serî de têne bîra min in. Ji bilî vê, albûma Şahê Bedo ya bi navê “Gula Çiya” gelek bandor li min kiribû. Ne tenê di warê muzîkê de, bi her awayî alikariyên Şahê Bedo û malbata wî ji bo min heye.