Hunermendê şêwekariyê Rêbwar Perwîzî, portreyan ji bo rexneyên siyasî gelek caran xêz dike û direngîne. Herî dawî wî portreyê Selahattin Demirtaş ji bo destekê bide hashtaga #DemirtaşIçinOzgurluk (Azadî ji bo Demirtaş) portreyekî wî bi kefiyeyeke kesk,sor û zer çêkiribû. Hema beriya wê jî ji bo balê bibe ser hevkariya bi dijmin re a PDK´ê, wî portreyekî rayedarekî PDK´ê (kefiya li serî weke ya Mesûd Barzanî ye) xêz kir. Di vî portreyî de rû nîne. Yanî wî kariye portreyeke bê rû birengîne. Ser rû bi alaya Tirkî hatiye nixumandin û jixwe rexne jî bi "bêrûtî" û bi ala Tirk nixumandina rû xwe îfade dike.
NAVENDA NÛÇEYAN