Rexneyek li burokrasiya riziyayî!

Nûçeyên Çand/Huner

În 22 Nîsan 2022 - 22:00

  • Îbrahîm ne ji xwe û ne jî hewaleyê tiştekî fêhm dike. Qederekê şûnde di nav vê burokrasiya riziyayî de ji hal dikeve. Ew bê “nasname” dimîne û dibêje, “Heger li welatekî parsekî bûbe bazirganî halê wî welatî ne ti hal e!”

ARDÎN DÎREN

Di van salên dawiyê de gelek platformên filman nîşan didin ava bûn. Min jî weke gelek kesan serê ewil zêde bala xwe da malpera Netfilîxê û min li wir gelek film û rêzefilman temaşe kir. Lê van demên dawiyê platforma bi navê “Mubi” zêdetir bûye malpera min a favorî û li ser vê malperê berê xwe didim filmên kevn û yên nû. Tişta malperê ya herî hêja û xweş ew e ku gelek filmên kevn restore dike û bi qelîteyên nû li malperê bar dike. Her wiha, gelek filmên festîvalan ku li ti deverê ew bi dest nakevin jî li malperê zêde dike û dike ku xelk bi awayekî hêsan li wan temaşe bikin. Bi ya min Mubî, li gorî Netfilîxê filmên hêjatir nîşan dide. Ji lewre, min jî niha konê xwe bar kiriye vê malperê û bi saya vê malperê gelek li filmên hêja dikarim temaşe bikim. Yek ji van filmên dawî yên min lê temaşe kir jî filma derhênerê Senegalî, Ousmane Sembene ya bi navê “Mandabî” (Hewale) bû. 

Di sînemaya Efrîkayê de helbet navê pêşî tê bîra mirov Ousmane Sembene ye. Sembene weke nivîskar û sînemavanekî, pêşeng e ji bo xelkê Efrîkayê û di vî warî de xwedî berhemên gelek bi qîmet e. Yek ji taybetmendiyên sînemaya Sembene ew e ku filmên xwe bi zimanê Efrîkî “Wolof”î çêdike û dixwaze bi vê yekê, balê bibe ser zimanê Efrîkî û bingehekî sînemaya neteweyî ava bike. Filma “Mandabî” yekem film e ku bi zimanê Wolofî hatiye çêkirin. Dîmenên filma “Mandabî” sala 1968’an hatine girtin. Sembene ev film ji ber romana xwe girtiye û kiriye film. Mandabî duyem filma Sembene ye. 

Burokrasiya riziyayî ya piştî kolonyalîzmê

Sembene beriya dest bi sînemayê bike, nivîskariyê dike û gelek romanan dinivîse, lê dibîne ku li Senegalê kes zêde naxwîne û nikare xwe bigihîne xelkê. Li ser vê rastiyê, wî dest bi sînemayê kir, helbet sînema jî li welatê wî zêde ne pêşketî bû, lê ew pê bawer bû ku bi riya sînemayê dê derdê xwe baştir vebêjê û peyamên xwe bigihîne xelkê. Mêtingehbûn, nijadperestî, burokrasiya piştî kolonyalîzmê, çand û dengbêjiya Efrîkî, rêûresmên berê û xizaniya bi destê kolonyalîzmê bi pêş ketiye, çend babetên sereke ne di sînemaya wî de. Di filmên xwe de nexasim rewşa civaka piştî kolonyalîzmê pirr baş dinirxîne û rexneyên gelek di cih de dike. Sembene bi filmên xwe mêtingeriya li welatê xwe nîşanî xelkê dinyayê da. Helbet li gel van babetên giran, wî zimanekî mîzahî û îronî jî ava kiriye di sînemayê de. Di hemû filmên wî de ev îronî li pêş e û bi saya vê îronîyê tiştên sosret ên li welatê wî diqewimin, nîşan dide. Nexasim jî qewimînên piştî kolonyalîzmê, piştî ku desthilatdarî dest diguhere, welatîyên wî bi xwe dişibin mêtingeran. Sazî hemû bi bertîlê tên birêvebirin. Li her derê welat parsekî bi pêş ketiye. Kesên xwedî peywir in ji mêtingerên berê xerabtir bûne. Filma “Mandabî” jî yek ji van sosretan e. Di bingeha xwe de film behsa burokrasiya piştî kolonyalîzmê dike, wê kolonyalîzma çilvirî û dejenere bûye. 

Hewale jiyanê li wan diherimîne 

Karakterê sereke Îbrahîm Dieng kesekî bê kar e û li taxeke dûrî bajêr bi 2 jin û 7 zarokên xwe re di maleke weke kokelekê de dimîne. Weke Îbrahîm, gelek kes hene ku di van kokel û bereqeyan de dijîn û ev kes ji birçîna deynan dikin û karekî ku bikin tine ye. Xelk tenê bi birinc zikê xwe têr dike û dîtina birincê jî karekî zehmet e, gelek caran ew jî bi dest nakeve! Rojekê postevan li deriyê wan dixe û dibêje, li ser navê Îbrahîm ji Parîsê hewaleyek hatiye şandin. Tevî hewaleyê nameyek jî heye. Xwarziyê Îbrahîm Dieng yê li Parîsê karê paqijiyê dike, ji wan re 25 hezar frank şandine. Ev xebera xweş gelekî kêfa wan tîne, ji lewre dê karibin demekê zikê xwe têr bikin û bê deyn û faîz bijîn. Tenê ne malbata Îbrahîm her wiha kesên derûdora wî jî piştî hîn dibin ku hewale jê re hatiye li dorê diçin û tên da ku jê pere û tiştên xwarinê bigirin. Lê her ku film diherike em dibînin ku ev xebera xweş jiyanê li wan diherimîne û Îbrahîm Dieng heta dawiya filmê jî nikare vê hewaleyê ji posteyê bistîne. Di ser de jî gelek deyn dimînin û her wiha ecêbek tiştên ne baş tên serê wî. Lêdanê dixwe û tê xapandin.

Parsekî bûye bazirganî

Dotira rojê, ji bo hewaleya xwe bistîne Îbrahîm Dieng berê xwe dide posteya nav bajêr. Lê li wir jê “nasnameyê” dixwazin. Mixabin nasnameyeke Îbrahîm tine ye! Ew kesekî bê “nasname” ye. Sembene di vir de dixwaze balê bibe ser bênasnemebûna Senegaliyan, ji ber mêtingehiyê nehiştiye ew bibin xwedî nasname. Dema dibêjim nasname, bila tenê ew karta fermî neyê fêhmkirin! Ji her aliyê ve ew bê nasname hatine hiştin. Ji bo Îbrahîm nasnameyê wergire, divê çend wêneyên xwe bigire û tevî çend ewraqan serî li şaredariyê bide da ku jê re nasnameyekê derxin. Lê diçe ku, dibîne ku li wir bertîl tê xwestin û bi ser de jî tim tê xapandin. Her wiha tiştên ne li rê jî gelek in. Li şaredariyê, li stûdyoya wêneyan, li bankeyê û li kolanan tim kesên ku parsekiyê dikin hene û ev kes bêyî bertîlê tiştekî nakin. Dema karekî dikin jî di dawiyê de xapandin heye. Yanî welat piştî kolonyalîzmê bi bertîlê bi rê ve diçe, kesê ku bertîlê nede bi rehetî nikare karekî xwe bibe serî. Ev gerîneke burokrasîyê ya kambax jî Îbrahîm pirr dibe û tîne. Îbrahîmê me ne ji xwe û ne jî ji hewaleya ku jê re hatiye, tiştekî fêhm dike. Qederekê şûnde di nav vê burokrasiya riziyayî de diweste û ji hal dikeve. Yanî ew bê “nasanme” dimîne. Herî dawî li kolanan li bin ala Senegalê ya li ba dibe, dibêje, “Heger li welatekî parsekî bûbe bazirganî, halê wî welatî ne ti hal e!”

Karakterê welatê xwe eşkere dike

Ousmane Sembene bi riya karakterekî sînemayê, karakterê welatê xwe yê ku pûç bûye jî eşkere dike û rastiya li welatî wî diqewime, radixe ber çavan.

Ji lewma, li welatê wî parsekî bûye bazirganî. Filma "Mandabî" behsa vê parsekiyê û tiştên ne li rê dike. Lê herî zêde jî burokrasiya piştî kolonyalîzmê rexne dike. Ew burokrasiya ku bi bertîlan li ser piyan dimîne û her tiştî dixitimîne û nahêle mirov bibin xwedî “nasname”! 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.