Rêwîtiyeke ji bo xwe

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 29 Tebax 2021 - 23:59

  • Nazli Çîçek: Huner jî xwedî ziman e. Peykersazî zimanekî din, awayekî din ê gotinê ye. Bi rastî, mebesta wê tenê rêwîtiyeke ji bo xwe ye. Bi vî rengî ez xwe diafirînim.

MEDÎNE MAMEDOGLU / AMED/JINHA
 
Atolyeya huner "Atolye Peyker" a Nazli Çîçek û Erdal Tut a li Amedê, karên wekî peyker, nîgarkêşî û karê daran dike. Nazli Çîçek dibêje, li atolyeya beriya bi 6 salan hatiye vekirin, ev 3 sal in ku perwerdeya hunerî tê dayîn, û di pêvajoya koronayê de mirov ji bo hilberînê elaqe nîşanî atolyeyan didin.

Nazli Çîçek diyar dike ji bo cihekî ji xwe re veke dest bi vê atolyeyê kiriye û xwestiye bi vê yekê karê xwe yê şexsî bike. Nazli Çîçek û hevjînê wê li atolyeyê berhemên xwe çêdikin û ji bo atolyeyan hewcedariya wan bi dahatekê çêdibe da ku pêdiviyên xwe peyda bikin. Nazli Çîçek dide zanîn ku wan sêwiran û berhemên xwe firotine û piştre wan dest bi hînkirina peyker û neqişandina texte kiriye: “Me beriya bi sê salan li vir dest bi mamostehiyê kir. Li vir em dersên wekî peykersazî, dar yan jî karê heriyê didin. Ji xeynî wê, atolyeyên me jî ji bo sêwirandinên cuda hene. Em, esas li vir du xebatên kargehê -atolyeyê- dikin.”
 
Xwe diafirîne

Nazli Çîçek diyar kir ku pîşeyê wê yê sereke “Şêwirmendiya Psîkolojîk” e û bawer dike ku huner meydanek e ku divê her kes pê re elaqedar bibe. Ew dibêje, huner ziman û awayê gotinê ye: “Çawa ku di wêjeyê de, helbest û nivîskarî heye, zimanê hunerên din jî heye. Peykersazî zimanekî din e, awayekî din ê gotinê ye. Bi têkilîdanîn, hîskirin û afirandina şêweyeke danûstandinê, hûn wî li kesê/a din vedigerînin. Bi rastî, mebesta wê tenê rêwîtiya ber bi xwe ve ye. Bi vî rengî elaqeya min a ji bo huner û peykersaziyê li vir dest pê kir. Ez difikirim, meydana hilberînê meydaneke pirr girîng e ku hûn xwe bidin nasîn û wateyê li jiyanê zêde bikin. Ji ber ku hilberîn awayê xweafirandinê ye. Gava ku hûn tiştekî hildiberînin, hûn xwe li wir dibînin. Her afirandin we dihewîne, ava dike. Bi xwezayî, hebûna di vê pêvajoyê de ji min re ew çend xweş e ku ez nikarim wê rave bikim. Ew dike ku ez xwe, wek xwe hîs bikim. Bi vî rengî ez xwe diafirînim."
 
Ne baziganî ye

Nazli Çîçek dibêje, di atolyeyê de ew bi rola alîkariya perwerdeyê rabûye û tîne ziman ku di atolyeyê de ew derfetê didin mirovan da ku bi xwe re hilberînin û bi tenê bin. Nazli Çîçek dibêje, ew çi dikin ji bo wan pirr hêja ye û ji ber vê yekê, ew atolyeyê wekî cihekî bazirganiyê nabînin û dibêje: “Ez li vir hem xwendekar im û hem jî parçeyekî vê pêvajoya perwerdeyê me. Tişta ku ez li vir fêr dibim, fêrî xwendekaran dikim. Em wekî cihê bazirganiyê lê nanêrin ji ber ku ev ji bo me devereke pirr girîng e. Mirov li vir nefesê distîne. Me ev yek pirr dît di vê serdemê de. Me derfeta hilberînê da kesên ku ji ber koronayê li malê mane. Mumkun bû ku mirov bi xwe re tenê bimîne û xwe fêm bike. Ev ji bo me pirr bi nirx bû. Tevî hemû zehmetiyan jî zindîkirina vî cihî timî pêşbîniya me ya yekem bû."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.