Li kuçe û kolanên Rewandizê, yek behs heye û ew jî behsa nebûna ava vexwarinê ye. Xelkê Rewandizê jî ji ber pirsgirêka nebûna avê, neçar dimîne ku bi tankeran avê bikirrin. Lê ji her kesî nayê avê bikire. Ji lewre bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku pirsgirêka ava Rewandizê çareser bike.

Rewandizê ji bo dabînkirina avê pişta xwe bi projeya ava Bêxal û projeya ava Geliyê Mêgir germ kiriye. Ava Bêxalê ku çavkaniya sereke ya dabînkirina ava taxên Rewandizê û derdora wê ye, ji ber têkçûna sê depoyên avê yên projeya Bêxalê, ava navçeyê hatiye birrîn, lewra xelk bi zorê avê peyda dike.

Min ji gel cîranan ava çayê anî

Li Rewandizê pêdiviya ava ji bo welatiyan rojane 7 milyon lître ye. Lê niha tenê 3 milyon lître av ji bo navçeyê tê dabînkirin ku nabe nîvê pêdiviya ava navçeyê jî.

Gulçîn Mistefa li taxeke Rewandizê bi çend jinên cîranên xwe re rûniştiye, qala pirsgirêka avê dike: “Ne tenê îsal, ev şeş - heft sal in ku pirsgirêka avê heye. Em nikarin cilûberg û tiştên nava malê bişon. Tevî vê jî hikûmet çareser nake.”

Newroz Fatim Hesen jî dibêje, beriya niha bi du rojan, ji bo çêkirina çayekê ava wê nebûye û ji neçarî çûye mala cîraneke xwe û bi satilê av ji bo şûştina cilûbergan û çayê aniye.

Di çilê havînê de wê çi bikin?

Mîkaîl Necim jî got, Rewandiz bi temamî ji aliyê rêveberên navçeyê ve hatiye paşguhkirin, ti xizmet ji xelkê navçeyê re nayê kirin: “Rewandiz xwediyê ava Bêxal û Geliyê Mêgirê ye, lê li şûna ku hikûmet ji bo xelkê Rewandizê avê dabîn bike, ji Soran û Xelîfan re xetên avê kêşane. Hîn çilê havînê nehatiye av nîne, wê xelkê Rewandizê di çilê havînê de çi bike?”

Hendirên Ebdulrezaq, derbarê pirsgirêka avê de dibêje; “Em tenê pirsekê ji hikûmetê dikin. Tevî ku ava Bêxalê ya Rewandizê ye û ji Soran, Sirêşme û derdorê Xelîfanê re biriye, pirsgirêka wan a avê tineye, çima ya xelkê xwediyê avê ango Rewandizê heye?”

Em nikarin çareser bikin

Li beramberî gilî û gazinên heq ên xelkê Rewandizê, Berpirsê Saziya Ava Rewandizê, Hogir Mela Mihemed got; “Li ser daxwaza me, Îdareya Serbixwe ya Soran rizamendî ji Desteya Wezîran wergirtiye ku sê pompeyên avê dabîn bike. Lê bi vê re jî em nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Lewre ev yek dibe sedem ku xelk rûbirûyê pirsgirêkeke mezin bin.”

NAVENDA NÛÇEYAN