• Albuma 'Rev' bi etîketa Red Music Digitalê cihê xwe li ser hemî platforman girt.

Albuma Harûn Elkî ya bi navê 'Rev' ji Red Music Digitalê derket.

Harûn Elkî sala 1997’an li NÇM’a (Navenda Çanda Mezopotamnyayê) Edenê bi Koma Rew dest xebatên muzîkê kir. Bi albumên salên 2002 “Asê” û 2005 “Pola Nû” bi Rewşen re xelkê ew nas kir. Koma rewşen di belavkirina rocka hingê di nava nifşên nû yên Kurd de bi roleke sereke rabû.

Piştî ku Koma Rewşen piştî bi 14 salan serpêhatiya xwe weke kom bi dawî kir, Harûn karê xwe yê muzîkê wekî solîst dewam kir. Wî 3 single bi navên Tutunma, Sus û Seyrana Gula weşandin. 
Gotin û Awazên “Rev”, ku pirraniya wan ên Harûn in, bi etîketa Red Music Digitalê tên weşandin. Di albumê de bi giştî 10 berhem hene. Strana cower yanî ya bergê “Bayê Payîzê” ya Koma Wetan e.

Di gotinên xwe de, ew bi helwêsta xwe ya rexnegir behsa bazara muzîka Kurdî dike. Di stranan wî de evînâ bi rik û berxwedan hene.  
Di stranên vê albûmê de Hogir li bas gîtarê, slide gîtarê, Harûn li melodica, akustîk û elektro gîtarê; Ferhat Altintaş li klavye û Alper Akdag li daholê  dide. Di strana “Reşweba” de Olcay Bozkurt û Cihan Tanriverdi jî li bas gîtarê didin.

Aranjê û mix hemû ji hêla Harûn ve hatiye çêkirin, û Ozgur Yurtoglu mastering kiriye.

Albuma Rev ji doh (09.12.2020) ve bi etîketa Red Music Digitalê cihê xwe li ser hemî platforman girtiye. 

NAVENDA NÛÇEYAN