Rêûresmên civakê ‘Zêw’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 14 Çile 2021 - 01:09

  • Yek ji van rêûresmên kevnar “Zêw” e. 

Ji ber derengmayîna baranê, îsal şêniyên gelek gundên herêma Alya ya girêdayî Girkê Legê rêûresemeke berê ji bîr nekirine û pêk anîn. Civaka Kurd gelek rêûresmên xwe yên kevn hene. Gelek ji wan pir kevin in. 

Yek ji van rêûresmên kevnar “Zêw” e. Ji ber baran dereng mayî ye, zêw tê lidarxistin.

Li gorî hin lêkolîneran Zêw rêûresmeke kevnar e ku dîroka wê vedigere beriya bi hezaran salan. Zêw wekî mîhrîcaneke salane ya dawiya demsala Havînê û destpêka demsala Payîzê wekî xwe amadekirina ji mewsima baran, xêr û çandiniyê re, tê lidarxistin û tê wateya minetdariya ji bo xwezayê li ser xêra ku dê di demsala zivistanê de bide. Ji lew re, her ku baran dereng dimîne, Zêw tê lidarxistin.

Pêr şêniyên gundê Til Ceman ê girêdayî Girkê Legê ya kantona Qamişloyê berê xwe dan girê gund da ku rêûresma Zêw li dar bixin. Şêniyan xwarin danîn ser gir, piştre zarok, piştî wan jî mezin kom bûn da ku xwarinê bixwin û stranên taybet bibêjin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.