Rêûresmeke kevn ya Hewramiyan: Kulebal

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 24 Cotmeh 2022 - 06:08

  • Carna hin cilûberg dikarin bibin nîşaneya çandeke qedîm ya kevnar û civakekê temsîl bikin. Kulebal jî ku weke Ferencî jî tê zanîn rêûresmeke kevn ya Hewramiyan e. Lê ji ber hostayên vî karî nemane ev çand jî ber bi tinebûnê ve diçe. 

HEWREMAN CELAL/ROJNEWS/HEWREMAN

 

Kulebal (Çox) yek ji bergên dîrokî yên Hewremane û wek sembolek ya Hewreman tê zanîn. Hemû tiştên ji bo çêkirina kulebal ku tên bikaranîn Kurdewarî ne û nexşê destê Hewramiyane. Lê niha ji ber bandora cilûbergên biyanî û hejmarek kêm ya hostayên çêkirina kulebalan, metirsiya tinebûnê li ser çêbûye.

Li gor çavkaniyên dîrokî, Kulebal yan Ferencî dîroka wan digihe serdema Medan a du hezar û 700 sal ji beriya niha. Kulebal dahênanek a Meda ye û di nivîsên mîxî (bizmarî) de îşaret pê hatiye kirin. Ji hiriya berxan tê çêkirin. Di rexên wan kun di hatin hiştin an jî çêkirin û di dema şer de bivir û alavên ji bo şer dixistin vê kunê. Her wiha şal jî dahênana wan bû û ji mûyê bizinan tê çêkirin.

Bi hiriya berx û mihan tê çêkirin

Derbarê kêmbûn û bikaranîna kulebal ku wek bergek resen a herêmê ye, Nivîskar Îbrahîm Mîke axivî û got: “Hewreman ji ber erdnîgariya xwe ku herêmek çiyayî û sar e, Hewremaniyan karîne cilûbergên xwe jî li gor xwezaya herêmê çêkin.” Îbrahîm Mîke diyarkir kulebal berhemek Hewremane û çêkirina wê jî bi berhemên xwemalî çêdibe. Her wiha diyarkir bi hiriya berx û mihan tê çêkirin. Mîke got hostayên ku Kulebal çêdikirin jî xelkê Hewreman bûn, ji ber wê zêde xercî li çêkirina wê nediçû. Nivîskar Îbrahîm Mîke da zanîn ji ber bandora cilûbergên ji derve, xelkê Hewreman jî hêdî hêdî ji çanda xwe dûr dikevin.

 

Dermanê nexweşiya piştê ye

Kulebal hem Zivistan hem jî Havînê lixwe dikin. Di Zivistanê de germe û di Havînê de jî hênike. Tê gotin kesên berdewam kulebal bikartînin nexweşiya pişt êşê bi wan re kêm e.

 

Herî zêde di biharan de çêdikirin

Cemal Narcelî ku xelkê Hewremane û bi berdewam kulebal bikartîne, got: “Berê hostayên çêkirina kulebal li gundan digeriyan û ji hiriya berxan kulebal çêdikirin. Herî zêde di Biharan de çêdikirin. Hiriyê li gel hêkê li nava heve didan û dixistin qalib. Rengê wê jî li gor xwesteka mirov bû.”

 

Hostayên vî karî nemane!

Di dewamê de Cemal Narcelî da zanîn kulebal li cem wan tiştek pîroze û wiha domand: “Kulebal sembola bav û bapîrên me ne. Lê niha berhemên bazirganî bandorek zêde li ser cilûbergên resen ên Hewreman çêkiriye û ber bi tinebûnê ve diçin. Kes giringiyê pê nade, hostayên ku çêdikirin piraniya wan wefat kirine û li cihê wan de kes nemane çêkin.”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.