• Nivîskar û helbestvanê Kurd Reşîdê Kurd gava bi mirina xwe dihese ev gotin ji devê wî derdikevin; “Hîn pir kar û barên min hene ku divê ez bikim. Min ew karên xwe nebirine serî. Na divê ez niha nemirim. Divê ez vegerim baxçeyên Dêrikê ku min ji mêj ve bêriya wir kiriye, paşê bila mirin were.”

LÎLOZ HISÊN / QAMIŞLO

Reşîdê Kurd sala 1910’an li gundê Rewşatê (Dêrika Çîyayê Mazî) ji dayik bûye. Sala 1930’î bi çend mehan hatiye girtin. Carekê ji girtîgehê reviyaye lê dîsa wî digirin. Piştî gelek îşkence û zextê careke din reviyaye û derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye. Li Amûdê bi cih bûye û li ser zimanê dayikê û giramêrê dest bi lêkolînan kiriye. Pirtûka “Zimanê Kurdî û Gramêra Wê” nivîsiye û sala 1956’an li Beyrûdê çap kiriye.

Reşîdê Kurd bi Seydayê Cegerxwîn, Kamîran Bedirxan, Heciyê Cindî, Erebê Şemo, Qedrîcan û Osman Sebrî re bo parastina zimanê dayikê û çanda Kurdî dixebitin. Çîrok, gotar û helbestên xwe li Şam û Beyrûdê, di kovara Hawar û Roja Nû de belav kiriye. Dewleta Sûrîyeyê ew gelek caran girtiye û îşkence lê kiriye. Piştî van zehmetiyan neçar maye û çûye Iraqê. Wek penaber serî li Hikûmetê daye lê qebûl nekirine. Wî şandine Sûriyeyê. Dewleta Sûriyeyê wî digire û dikeve zindanê. Reşîdê Kurd piştî ewqas êş û zilmê nexweş ketiye û sala 1967’an berê xwe daye Yekîtiya Sovyetê. Bo dermankirinê çûye Bulgarîstanê.

‘Divê ez niha nemirim’

Ew dilê ku ji bo kurdayetiyê lê daye di 20’ê Kanûna 1968’an sekiniye. Reşîdê Kurd li bajarê Amûdê hatiye veşartin û wek “şehîdê girtîgeh û zindanê” hate bi nav kirin. Wî pîrtûkên bi navê “Ez Reşîdê Kurdî”, “Kerwan” û “Zindan” li Girtîgeha Mezayê (Sûriyeyê) nivîsandiye. Tê gotin; gava dizane ku ew ê bimire, ev gotinên bi mane ji devê wî derdikevin; “Hîn pir kar û barên min hene ku divê ez bikim. Min ew karên xwe nebirine serî. Na divê ez niha nemirim. Divê ez vegerim baxçeyên Dêrikê ku min ji mêj ve bêriya wir kiriye, paşê bila mirin were.”

Kerwan

Reşîdê Kurd bêtir bi rêzimanê û pirtûka xwe a rêzimanê tê naskirin. Lê piştî ew derbasî Binxetê dibe jîyana xwe bi hevîrê sîyasetê straye. Kerwan, ji deh helbest û çîrokeke kurt û du nivîsên wî ên di Hawar û Ronahîyê de çap bûne, pêk hatiye. Reşîdê Kurd heft helbest ji van deh helbestan di girtîgehê de û her sêyên din jî li derve nivîsandine. Em bawer in ku çîroka kurt jî versîyoneke destanekê ye ku li Dêrika Çîyayê Mazî ji berê de dihat gotin e. Biwêja “Beleka ji Belekê” ku di vê çîrokê de bi goşt û hestî dibe li vê herêmê berbelav e. Ev destan bi navê “Köroğlu” li nav Tirkan jî heye. Kanîya her du destanan heman bûyer e an tiştine din in em nizanin. Zelalkirina vê mijarê jî karê lêkolîneran e.

Reşîdê Kurd helbesta bi navê “Basên Bêrûdê” ku di sala 1964’an de nivîsandiye di pirtûka xwe ya “Ez” de çap kiriye.

Basên Bêrûdê

Zivirîn çerx

Bas liviya

Dolab geriya

Gêr bû bas

Bas firiya...

 

Wek colek berx

Rêwî

Bi ser hev de bûne kerx...

Hin rûniştin, hin ji piya

Bi çeng ve daliqîn

Qor qor sik sikîn

Pev zeliqîn...

 

-Nere bas!

-Here bas!

Şofêr

Zirezop

Çav li serî bûne tas

Bi tirkî dike çêr

-Kuro, ka bijmêr!

Çend kes?

-Bist û neh

-Eh!

-Bajo bes!

 

Liviya bas

Gêr bû bas

Kilek li pêş

Du kil li paş

Hejiyan bîst û neh laş....

Motor

Ji ba Morgan

Karesor

Hosta Vartan

Li ser

Çar dolavan

Bi textan

Şîngirandiye...

 

Bi giştî deh peya

Rûniştî...

Ên mayî

Tev ji piya

Bi çenga ve daliqîn

Qorqor sik sikîn

Pev zeliqîn...

 

-Nere bas!-

Here bas

Sofêr

Çav lê bûne tas...

-Hop!

Berdestî mîna top

Got:

-Ne rrr....rit

Va ye çar cot

Xirrrr....rit...

Lêxist frên....

Hosta Xorên...

Dakişiyan rêwî...

Hilkişiyan rêwî...

Mîna laşên pezkûvî

Bi çenga ve daliqîn

Sik sikîn...

Pev zeliqîn...

 

-Here bas!

Gêr bû bas

Kilek li pêş

Du kil li paş...

Hejiyan bîst û neh laş...