Reşîd Sofî bi bîr anîn

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 31 Adar 2025 - 00:49

Yekîtiya Hunermendan û Tevgera Çand û Hunerê ya Baqî Xido hunermend Reşîd Sofî di çilrojiya mirina wî de bi merasîmek bibîr anîn. Çalakiya bîranînê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanî li dar ket.

Di merasîmê de sînevîzyona li ser jiyana Reşîd Sofî hat nîşandayîn û stranên Reşîd Sofî hatin strîn.

Hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Firatê Rodîn Yûsif diyar kir ku Reşîd Sofî stûneke hunerê bû û got: “Her hunermendek bandora xwe li ser me heye. Di van mehên dawiyê de gelek hunermendan koça dawîn kir, wekî Bavê Teyar û Mihemd Qaso.”

Bîranîn bi stranên Reşîd Sofî bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.