Reqsa cadûyan kirin

Nûçeyên Jin

Duşem 8 Tebax 2022 - 22:30

  • Li Navenda Civana Jinan UTAMARA´yê ji bo keçên 7 ta 13 salî di navbera 5 û 7´ê Tebaxê de lampa cadûyan yan jî pîresêhran organîze kir. 

Li Navenda Civana Jinan UTAMARA´yê ji bo keçên 7 ta 13 salî di navbera 5 û 7´ê Tebaxê de lampa cadûyan yan jî pîresêhran organîze kir. Keçên beşdarî kampê bûn, kumlên cadûyan, melkesê û hêzikên wan çêkirin û li dora agir jî reqsa wan reqisîn. 

Di kampa di rojan de ji bajarên Elmanyayê Dortmund, Bonn, Kolnê 9 keç beşdar bûn. Ji wan re li kampê çîrokên cadpyan hatin gotin. Wan jî ji xwe re kum û melkesên cadûyan çêkirin. 

Di roja diduyan a kampê de gereke li daristanê hat organîzekirin da ku keç li ser zanista cadûyan û giyayên cihê bên agahdarkirin. Zarokan giyayên dermanker ên ji vir berhev kirin, kirin weke kitêbekê û bi xwe re birin. 

Êvarê jî paneleke li ser vîzyona jinan p peyvên bi sêhr hebû. Beşdarên kampê li dora agir jî reqsa cadûyan reqisîn.

Roja dawiyê jî ji zarokan re behsa xweparastinê hat kirin. Dersên hem teorîk û hem jî pratîk ên xwe parastinê hatin dayîn. Zarokan jî li ser xweparastinê fikrên xwe yên afirîner pêşkêş kirin. Zarokan xwest her sal çalakiyên wiha li UTAMARA´yê bên lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.