Kampa zarokan a UTAMARA’yê

Nûçeyên Dîaspora

În 14 Tîrmeh 2023 - 02:29

Navenda Civana Jinan UTAMARA, di çarçoveya bernameya havînê de ji bo zarokên keç di navbera 4 û 6´ê Tebaxê de Kampa Şahmaran organîze dike. Kesên dixwazin zarokên xwe bişînin dikarin heta 28´ê Tîrmehê miracaet bikin. 

UTAMARA li Elmanyayê xizmeta şêwirmendiya hiqûqî û psîkolojîk dide jinan. Ev bûn 17 sal ku navend xebatên we bi vê armancê dike.

Navenda Civana Jinan UTAMARA di çarçoveya bernameya xwe ya havînê ji bo zarokên keç xwe nas bikin û biparêzin di navbera 4 û 6´ê Tebaxê de kampekê organîze dike. Di kampê de wê herî zêde 20 kes bên qebûlkirin. Miracaet wê heta 28´ê Tîrmehê bên qebûlkirin. 

Bi slogana “Em werin cem hev, bi hêz bibin, xwe biparêzin” UTAMARA bi vê xebata xwe keçên 8 ta 12 salî tîne cem hev. Armanca sereke ya kampê perwerdekirina zarokan di warê xweparastinê de ye.

Keç wê xwe nas bikin

Rayedarên UTAMARA´yê dibêjin, armanca wan ew e ku bikin zarokên keç xwe nas bikin, bi hêza xwe bihisin û hez ji hevcinsên xwe bikin. Armanceke din a Nanenda Civana Jinan UTAMARA´yê jî ew e ku zarokan ji zêhniyetên mêr û tacîzên di platformên dîjîtal de biparêze û di vî warî de zarokan bîrewer bike. Wekî din jî UTAMARA ji 21 ta 26´ê Tîrmehê ji bo xwedîderketina li çand û zimanê Kurdî kampa dê û zarokan organîze dike.

Qeydî wê heta 28´ê Tîrmehê dewam bikin. Kesên dixwazin zarokên wan tevlî kampê bibin dikarin bi rêya telefonê û e-mailê peywendiyê bi navendê re deynin. Têkilî bi hejmar û navnîşanên li jêr mumkin e:

Tel.: 02644602424 

E-mail: info@utamara.org 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.