Kampa ji bo dê û zarokan a UTAMARAyê

Nûçeyên Dîaspora

În 7 Tîrmeh 2023 - 01:22

Navenda Civana Jinan UTAMARA, li Elmanyayê xizmeta şêwirmendiya hiqûqî û psîkolojîk dide. Ew ji 17 salan ve xizmeta jin û zarokan dike. Navend îsal jî di çarçoveya bernameya xwe ya havînê de di navbera 21 û 26´ê Tîrmehê kampa dê û zarokan ji bo jin û zarokên Kurd organîze dike. Yek ji armancên kampê ew e ku xwedî li nasname û çanda Kurdî bê derketin. Ji bo kampê kapasîteya navendê ji bo 30 kesî heye. Ji bo miracaetê, dê zarok dikarin heta 11´ê Tîrmehê miracaet bikin. 

Rêveber û xebatkarên UTAMARAyê ji bo armanca kampê dibêjin, bi vê kampê ew dixwazin nirxên di peywendiyên civakê de biparêzin, û çanda bi hev re hilberandin û parvekirinê zindî bikin.  UTAMARA dibêje, “Her sal dayik telefonî me dikin û dipirsin ka îsal em ê çi bikin û ev yek me gelekî şa dike.” 

 

Ji bo parastina çandê

UTAMARA dibêje, “Li welatekî çanda wî guhertî, parastina xwebûna me, çand û zimanê me biparêzin û veguheztina ber zarokên me, ji wezîfeyên me yên sereke ye. Li vir dê û zarokên Kurd hev du nas dikin. Di warê nasname û xwebûna civakê de rola dayikan diyar ker e, ji ber wê têkiliya di navbera dê û zarokan de ji bo me muhim e.”

 

Hem perwerde û hem kêf

5 rojan ji bo dê û zarokên li kampê danê sibehê wê semînerên li nasname, çand, têkiliya dayik û zarokan bên dayîn. Piştî nîvrojê jî xebatên çandî û hunerî wê hebin. Agirê kampê wê bê pêxistin û gerên komî wê hebin. Wekî din ji bo dê û zarokan lîstikên bi kêf ên çandî jî wê hebin. 

Ji bo qeydiya kampê heta 11´ê Tîrmehê mohlet heye. Kesên dixwazin dikarin bi telefonê yan jî bi e-mailê miracaet bikin û xwe û zarokên xwe qeyd bikin. Ji bo têkiliyên hejmar û navnîşanên li jêr dikarin bên bikaranîn:

Tel.: 0049 264 46 02 424 

E-mail: info@utamara.org 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.