‘Xeyalên me qirêj nekin’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 23 Gulan 2022 - 22:06

  • Navenda Civana Jinan UTAMARA´yê ji bo zarokên bajarokê Unkel ê herêma Neuwied a eyaleta Rheinland-Pfalzê ya Elmanyayê bi şîara "Xeyalên me qirêj nekin" mihrîcanek li dar xist.

Navenda Civana Jinan UTAMARA´yê ji bo zarokên bajarokê Unkel ê herêma Neuwied a eyaleta Rheinland-Pfalzê ya Elmanyayê bi şîara "Xeyalên me qirêj nekin" mihrîcanek li dar xist. Zarokên ji neteweyên cuda hatin gel hev, bi reqs û stranên xwe derketin ser dikê. Ji bilî herêma Rheinland-Pfalzê ji gelek deverên NRW´ê jî malbat tev li mihrîcanê bûn.

Komîteya Amadekar a Mihrîcanê got, armanca wan ew e ku rojekê jî be, ew zarokan bêyî cudakeriyê, ji çi qewm, civak, ol, reng û cûrî bin, bînin ba hev û di atmosfereke azad de, xeyalên zarokatiyê yên nehatine qirêjkirin, bi azadî bijîn.

Di mihrîcana ji bo zarokan de ji bo ku zarok bilîzîn stasyonên lîstîkan ên wheel - park, qesrên naylonî yên nepixandî, ajotina erebokan û çalakiyên boyaxkirina rû, siwarbûna li hespên pony, xêzkirina wêneyan li ser cam û li ser caw hatin organîzekirin.

Her wiha koroya zarokan, koma perperokên ji zarokên 3 salî pêkhatî, folklora zarokan a bi navê  ‘Govenda Romanî‘, reqs û stranên ji Sûdanê, stran û çanda tembûrê ya Komeleya Elewiyên Bonn-Beuel û muzîka hîp - hop û stranên ji aliyê ciwanên ji Bad Honnefê jî di mihrîcanê de cihê xwe girtin.

Gelek malbatên ji Kurd, Ereb, Elman, Ukraynî, Tirk, Efrîkî, Arnawi tevlî mihrîcanê bûn, ji ber xweşiya hewayê heta derengiya evarê li meydana mihrîcanê man. 

Mihrîcan bi stran û govendên zarok û malbatan bi dawî bû.

ANF/NEUWIED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.