UTAMARA ya li bajarê Kasbach-Ohlenberg ê Elmanyayê ye, di kampa havînê ya 21-26'ê Tîrmehê de kêfa zarokan anî.
Dayik û zarokên ji eyaletên Nordrhein-Westfalen, Hessen, Rheinland-Pfalz û Baden-Wurtemberg ên Elmanyayê bi mazûvaniya Navenda Civîna Jinan a UTAMARA hatin cem hev. Dayik guh dan semînerên bi navê "Ziman û Çanda me" û "Têkiliya dayik-zarok". Zarokên ku emrê wan 1,5 heta 13 salî bûn jî heman wextî beşdarî gera daristanê, avjeniyê bûn. Her wiha wêne xêz kirin, çalakiyên werzîşî bûn û hev du nas kirin. Dayik û zarok danê êvarê dîsa dihatin cem hev. Wan li ser agir nan çêdikirin, govendên Kurdî digerandin, stranên bi Kurdî û Tirkî digotin. Di kampê de êvaran ji bo zarok û mezinan film jî dihatin nîşandan.
Çalakiyeke din a hevpar jî çêkirina dara malbatê ji aliyê dayik û zarokan ve bû. Di vê lêkolînê de zarokan bi alîkariya dayikên xwe malbat û xizmên xwe nas kirin. Dîsa zarokan herêmên ku dê û bavên wan ji Kurdistanê hatine bi hûrgilî xêz kirin û xwarinên resen ên herêma xwe li karê xwe zêde kirin. Dema ku zarokan nexşeya ku xêz kiribûn pêşkêş dikirin, awirên serbilind û bi heyecan li rûyê wan dihat dîtin.
Roja dawî, jin û rêveberên wargehê li ser çalakiyên kampê peyivîn. Ji bo siberojê hin pêşniyar hatin pêşkêşkirin. Van pêşniyaran ew bû ku semîner berfirehtir bibin û bêtir li ser zimanê Kurdî bisekinin û dema kampê herî kêm hefteyekê dirêj bikin.
BERDAN DOGAN/OHLENBERG