Dayik û zarokan hînî Kurdî dike

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 13 Tîrmeh 2022 - 21:03

  • Komeleya jinan UTAMARA, ji bo ku peywendiyên dayik û zarokan di ser zimanê dayikê re xurt bike, di navbera 25 û 30 Tîrmehê de kampekê li dar dixe. 

BERDAN DOĞAN / FRANKFURT

Komeleya jinan UTAMARA, ji bo ku peywendiyên dayik û zarokan di ser zimanê dayikê re xurt bike, di navbera 25 û 30 Tîrmehê de kampekê li dar dixe. 

UTAMARA Navenda Civanê Jinan e û xizmeta hiqûqî û şêwirmendiya psîkolojîk dike ji bo jinan. Ev 16 sal in jî li navenda xebata wê jin û zarok hene. Di çarçoveya bernameya havînê de UTAMARA îsal ji bo teşwîqkirina Kurdî li nava malbatê, di navbera 25 û 30 Tîrmehê de kampa dayik û zarokan l bi dar dixe. Kesên dixwazin, dikarin heta 20'ê Tîrmehê qeydiya xwe bikin.

Kurdî li Xerîbistanê jî muhim e

UTAMARA'yê ji bo kampê got, “Li xerîbistanê be jî, zarokek heger bi ziman û dîroka xwe mezin bibe, bi çand û nirxên xwe re li hev bike, ev ji bo bipêşketina kesayeta wê zarokê faktoreke gelekî muhim e.”

UTAMARA dibêje, zimanê dayikê û xurtkirina peywendiyên dayik û zarokan, dike ku baweriya zarokan a bi xwe jî xurt bibe. Wê got, mirov nasnameya herî baş bi zimanê xwe îfade dike û nezanîna zimanê dayikê dikare rê li ber krîza hebûnê veke.

UTAMARA dibêje, bi xêra vê kampê û hînbûna zimanê dayikê wê têkiliya dayik û zarokan jî xurttir bibe û ev jî wê bi awayekî baş bipêşketina zarokê diyar bike.

5 rojan dersên zimanê Kurdî 

Ji ber wê jî li kampê, beriya nîvrojê 5 rojan wê dersên zimanê dayikê yanî Kurdî bên dayîn. Piştî nîvrojê jî xebatên çandî û hunerî hene. Li derve agirê kampê wê pêxistin, û ger û geştên komî wê bên kirin. Ti şertê zanîna bi Kurdî ji bo beşdarbûna kampê nîne. Yanî mustewaya Kurdiya çi dibe bila bibe, weke dayik tevî zarokên xwe hûn dikarin beşdarî kampê bibin. Lê ji bo vê jî divê hûn bilezînin. Dema dawiyê ya qeydiya ji bo kampê 20'ê Tîrmehê ye.

Bi telefon û e-maila li jêr hûn dikarin xwe bigihînin  UTAMARA'yê:

Tel. : 0049 264 460 24 24
E-mail: info@utamara.org 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.