Li gorî nûçeya ANF´ya ku Fereşîn Demhat çêkiriye, gerîlaya YJA Starê Sara Cûdî ya ji Êlihê, 12 saliya xwe dest bi baleyê kiriye û li çiyayên Kurdistanê jî dev ji reqs û baleyê bernedaye. Sara Cûdî dema ku xwendekar bû, piştî xwendina kitêba Rêber Abdullah Ocalan ´Mirov Çawa Bijî?´ li rêyekê digere. PKK´ê nas dike û tevlî nav refên gerîla dibe. Lê tiştekî wê heye naguhere: "Li çiyayên Kurdistanê [jî] bi dengê xwezayê re, bê mûzîk min karî bireqisim. Her ku bi xwezayê re bûm yek, hestên min kûrtir bûn."
NAVENDA NÛÇEYAN