- Li bajarê Elmanyayê Kolnê “Rojên Filmên Kurdî yên Kolnê” tên lidarxistin. Di bernameya îsal de gelek filmên metrajedirêj, belgefilm û kurtefilm dê werin nîşandan. Rêvebirên organîzasyonê hewl didin ji bo siberojê platforemek din ji bo filmên Kurdî zêde bikin û filmên Kurdî li Ewrûpayê bidin nîşandan.
Li bajarê Elmanya yê Kolnê, di navbera 27’ê Nîsanê û 1’ê Gulana 2023’an de “Rojên Filmên Kurdî yên Kolnê” tên lidarxistin. Par cara ewil li Kolnê rojên filman hatibûn lidarxistin. Organîzatorên Rojên Filmên Kurdî yên Kolnê, dixwazin her sal bi rêk û pêk van rojan organîze bikin û hewl didin filmên Kurdî li Ewrûpayê bide nîşandan.
Rojên Filmên Kurdî yên Kolnê bi filmên metrajdirêj, belgefilm û kurtefilmên ji çar parçeyên Kurdistanê li Kolnê dest pê kir. Her wiha filmên Kurdî yên li dîasporayê hatine çêkirin jî di bernameya rojêîn filmên Kurdî yên Kolnê de hene. Ji bo ev organîzasyon pêk were, 8 kes bi awayekî aktîf dixebitin; di nava wan de akademîsyen, sînemavan, hunermend û xwendekar jî hene. Ji bo platformeke xurt a sînemaya Kurdî ava bibe, ew hewl didin filmên Kurdistanî nîşan bidin û ji bo vê dixebitin.
Panel li ser şoreşa Kurdan
“Rojên Filmên Kurdî yên Kolnê” ji bo piştevaniya çalakiyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xurttir bike, dirûşmeya xwe ya îsal weke “Jin jiyan azadî” diyar kiriye. Her wiha di nava bernameyê de rojeke taybet ji bo nirxandina çalakiyên li Îranê, hatiye veqetandin. Di vê rojê de, Amîneh Kakabaveh tevlî panelê wê bibe û bi beşdaran re li ser şoreşa li Rojhilatê Kurdistanê nîqaşê bike. Kakabaveh di warê felsefe û xebatên civakî de mastera xwe biriye serî û ji salên 1980’yî ve li Swedê dimîne. Kakabaveh pêşmergeyeke kevn e û endamê Partiya Komala bû. Lê niha li Swedê penaber e. Bi qasî 14 salan jî ew endama parlemena Swedê bû. Ji bo ku hikûmeta beriya niha destekê bide Rojavayê Kurdistanê, wê peymaneke destekkirinê pê re kiribû.
Bi Ayşe Polat re xebata masterclasse
Rojên Filmên Kurdî yên Kolnê dê bi filmê derhênerê Kurd Mano Xelîl ê bi navê “Cîran” dest pê bike. Filmê Mano Xelîl 27’ê Nîsanê (doh) li “Filmforum NRW” hat nîşandan. Mano Xelîl bi vî filmî beşdarî gelek festîvalên cîhanê bû û xelat wergirtin. Derhênera Kurd Ayşe Polat jî dê belgefilma xwe “Yên din” (die anderen) nîşan bide û xebateke “masterclass” jî dê were lidarxistin. Ayşe Polat dê behsa serpêhatiyên xwe yên sînemayê bike û ezmûnên xwe yên di warê sînemayê de parve bike. Ayşe Polat li Meletî ji dayîk bûye û li Hamburgê mezin bûye.
Û pêşangeha wêneyan
Wekî din, rojên din jî dê li salona sînemayê ya bi navê “Filmhaus” a Kolnê filmên Kurdî werin nîşandan. Di bernameya festîvalê de “Pêşangeha Wêneyan” jî heye û dê 28’ê Nîsanê saet di 13:00’an de jî wêneyên wênegirên bi navê Maryam Ashrafî, Afşîn Îsmaîlî, Rebaz Majeed, Zanyar Omranî û Hamid Azmoun jî werin nîşandan.
Bernameya “Rojên Filmên Kurdî yên Kolnê” ya rojên mayî wiha ye:
28´ê Nîsanê Înê
Saet 13:00 - Vekirina pêşangeha wêneyan
Saet 15:00 -Nîşandana kurtefilmên Kurdî
-Xizmeta Odeyê (2023) derhêner Biko Erkî
-Rojan (2021) derhêner Farîdeh Naderî
-Navê min dekan e (2022) derhêner Ala Hoshyar Tayyeb
-The Pitman (2018) derhêner Neda Hajimirzaei
-Aysha (2021) derhêner Cengiz Akeygun
Saet 18:30
-Karnîka (2021) Meryem Samedî
-Tiştê ku ez dibînim tu yî (2019) derhêner Kanî Marouf
Saet 20:00
-Erdên Qirêj (2021) derhêner Ala Hoşyar
29´ê Nîsanê Şemiyê
Saet 15.00-16.30
- Masterclass-Ayşe Polat
Saet 19:00 Nîşandana kurtefilmên Kurdî
-Kallima (2019) derhêner Ashkan Ahmadi
-Aforoz (2022) derhêner Yılmaz Ozdil
-Şiwênpençe (2021) derhêner Zanyar Mihemmedînikû
-Red Room (2021) derhêner Lilian Amir Ali
-Fift Narcissus (2021) derhêner Sarkot Nikdel
-War&Color (2022) derhêner Adnan Zandî
Saet 21:00
-Sonne-Roj (2022) derhêner Kurdwîn Eyûb
30´ê Nîsanê Yekşem
Saet 15:00
-Zimanê Dayikê (2022) derhêner Serkew Mesgarî
-Heft Senfoniyên Zagros (2021) derhêner Perwîz Rostamî
Saet 17:30
-Panel (Şoreş li ser Kurdistanê/Îran) Amîne Kakabaveh
Saet 20:00
- Namo (2020) derhêner Nader Saeivar
1´ê Gulanê Duşem
Saet 13:00
-Zarê (1926) derhêner Hamo Beknazaryan
Saet 15:00 Nîşandan kurtefilmên Kurdî
-Şeytanok (2017) derhêner Mohammed Torivarian
-Xewna Azad (2022) derhêner Rozhan Ajamian
-Labarator no 2 (2021) derhêner Edrîs Abdî û Aware Omer
-Rê (2021) derhêner Lina Razan
-Pel’e (2020) derhêner Shorsh Wakili
-Vala Qîmetî (2022) derhêner Zhwan Rahimi
Saet 17.30
-Zarokatiya Îmad (2021) derhêner Zahovo Sanjavi
Saet 8.00
-Evîn Di Rûyê Qirkirinê de (2020) derhêner Şêro Hindê
-Yar (2020) derhêner Aram Hasan
Ji bo bernameya festîvalê lînka jêr bitikînin;
http://www.kurdischefilmtage.de/
NAVENDA NÛÇEYAN