Rengê 2022’an ‘Very Peri’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 14 Kanûn 2021 - 22:06

  • Înstîtûya rengan Pantone rengê 2022’yan neqand. Rengê bi navê “Very Peri” afirînerî û jiyana dîjîtal û fîzîkî ya bi hev re temsîl dike.

Înstîtûya rengan Pantone rengê 2022’yan neqand. Rengê bi navê “Very Peri” afirînerî û jiyana dîjîtal û fîzîkî ya bi hev re temsîl dike. Very Peri, rengekî binevşî ye, bi tonên cuda weke şîn tê xuyanê. 

Pantone di kataloga xwe de bal bire ser vî rengî û got, ew nîşaneya “zindîbûn û enerjiyê” ye. Pantone, salên bihurî ji nav rengan rengek dineqand û weke rengê salê diyar dikir. Lê ji bo îsal, wan rengek afirand. Ew dibêje, rengê “Very Peri” bi rengê xwe yê binevşî û şînahî temsîlîyeta afirîneriyê dike.

Her wiha ev reng guhertina piştî pandemiyê jî tîne ziman. Ji ber wê, li gorî Pantone, jiyana rojane û jiyana fizîkî û dîjîtal di hev re derbas bûne û sala 2022’an ev reng dê pirr li pêş be.

Pantone got, derbarê dinyayê de gelek nihêrînên nû peyda bûn û bal bire ser girîngiya afirandina rengên nû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.