Rêgehên Wêjeyê ji Ava derçû

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 17 Tîrmeh 2021 - 03:27

Weşanxaneya Ava ya ku navenda wê li Rojavayê Kurdistanê ye kitêbeke nû ya lêkolînê bi Kurmancî çap kir. 

Kitêba nivîsakar Welîd Remzî Bekir “Rêgehên Wêjeyê” kitebeke lêkolînê ye û dê cara yekem li pêncemîn pêşangeha şehîd Herekol a pirtûkan li Qamişlo derkeve pêşberî xwîneran. 

Weşanxaneya Ava kitêbê wiha dide nasîn; “Wêje li ba her miletekî di her serdemê da navnîşana bilindbûna asta fikir û wijdanê ye, herwiha nîşaneya şaristanî û pêşketinê ye û pîvana hevyazî û cudawazîya wî miletî ye. Lewra her miletek haydar e ku enîya xwe bi wêje, huner û afirandinê bixemlîne. Wêje sînoran nas nake, lewra wêjeya gel û neteweyan bi hev bandor dibin û hev pêş dixin, wate, xeyal, xuyang û armancan bi hev diguherin û ev hêman bi hev ra wêjeyeke nû diafirînin. Yek ji kevintirîn dîyardeya bandorbûn û bandorkirinê, bandora wêjeya Yûnanî li ser wêjeya Romanî ye ku di dîrokê da tecrubeya herî serkeftî ye.

Ev dîyarde di wêjeya kurdî da jî derket holê. Bandorbûna wêjevanên nûjen bi wêjevanên klasîk ên kurd, bandorbûna wêjeya kurdî ya nûjen bi wêjeya gelên derdorê û herwiha bi wêjeya cîhanî giştî ji alîyên mijar, naverok û teşeyê va ta gihîşt rewş û asta ku îro tê da dijî.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.