OSMAN KAPAN
Roja reş nêzîk dibe, hest, dil û hêrsa me jî li hember roja reş xwe nû dike.Em gelekî bi rojên reş hatine azmun kirin.Her rojeke reş birînek di dilê me de hiştiye.Dem têne guhertin,lê birîn hey didome.Birîn çiqasî kur be, ewqasî li ser hesteyan bandor dike.Min xwest li ser roja reş hesteyên xwe bînim ziman û roja reş lanet bikim.Îca dema min dest binivîsê kir,min dît ku hesteyên min î niha û 1999 an wekî hevin.Ji bona wê, hesteyên wê rojê bi we re parve dikim.Ango ev nivîs di sala 1999 an de hatiye nivîsandin:
1
Berê ku heyv, an jî roj dihate girtin, mirovan ji alavan deng derdixistin, da dilê wan aram bibe, xwedayên xerab roj û heyvê berdin, roj û heyv azad bibin.Lewra azadiya mirov bû aazdiya rojê.Mirov zanîbû bêyî wan jiyan nabe,ew hebûna jiyanê ne.Dema roja me hate girtin, lehengan canê xwe yî pîroz dane ber agir, da roj tim ronî be…
2
15 Sibatê roja reş,birînek bê derman, derdekî giran ku pişê li mirov xuz dike.Jana dijware di mêlakê de, ku jê re nîne tu çare. Em û êş di himêza neçariyê de xwîşkmak in!
3
Êş, mirov bi gotin û galgalê tam nikare bîne ziman. Ji bona ku mirov bizanibe, divê mirov bijî.Lewra encex jiyan mirov serwer bike.15 Sibatê rja reş jî welê ye. Hele bê mecalî ya zîndanê ne gengaze mirov bi karibe bîne ziman. Êş; kezeb,dil, gurçik her aza yê mirov diguvêşe…Dema êş giran dibe, mirn jî bi dest mirov nakeve!
4
Wê rojê,rja bêyom
Xeyalên me hemû
Li ber dîwaran sêwî man
Li ber hesinên sar cemidîn
Xwestekên me hemû
Di gewriya me de fetisîn
Rondik sor diniqutîn
Li ser halê tenêtiya me…
5
Di jiyana her mirov û her gelî de rojên kembax û reş hene. Lê di dîroka me kurdan de roj ji rojan kembax û reştir hene.Ewqas pirr in, ne gotin ne pênûs têrê dike.Rojên reşî qetranî,di dilê me de tim xwînî ne.Sêdara şêx Seîdê kal,Seyîd Riza,Qazî Mihemed, qirkirina Dêrsim,Helpçê, şewitandina zarokên sînemaya Amûdê,bombekirina zarokên Amedê ûhwd.Lê roja ji reş reştir 15 Sibata 1999 ye! Xwedayên dev bi gilîz î gerdunî, ferman dabûn ku mêlaka Kurdan were jêkirin,dilê wan were guvaştin. Çira wan were tefandin, agirê abad bi mala bavên wan ve daynin.
6
Dil li giravê dîl
Di nav rekiha cam de
Em di kerba xwe de
Şoravka êşê vedixwin
Bê mecalî ya zîndanê
Mirina ne diyar bû
Agirekî abad dadabûn di hinavên me de
Em bi dizî digiriyan
Lê şilbûna balîv,rondikên xwînî nedihatin veşartin…
Dayîka reş girêda
Ciwana zewac li xwe heram kir
Her zarok bi navê te yî cur bi cur hate bi navkirin
Ji bo tola roja reş
Hevalên te sond xwarin
Hinek bûne cangorî
Li giravê stêrk in li asîmana
Hinek hîn bi cafedayî didin têkişîna te, bi hêviya azadiya pêşerojê…
Xelekên ji agir,roj bi roj zêde dibin…
7
Ew roja reş hat,em bê mecal, bê kes û kus. Girî di gewriya me de asê dima, hersa me dibû asîd laşê me dişewitand.Em li dîwarê zîndanê diketin. Me xwedayên gerdunî bi kêrên kuh digurandin û me berê xwe dida rojê da germ bike dilê me.Dem hat dîsa rojê em germ kirin, îro bi tîna rojê dijîn…
Tu tim di dilê me de dijî…Silav û rêz Rêberê min…
Sibat 1999.