Raz û nehêniya peykerên Maoî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 11 Nîsan 2023 - 09:31

Girava Easter (Paskalya) bi peykerên xwe yên kevir ên ku pirr mezin in tê naskirin. Ev peykerên ku Maoî ji wan re tên gotin bi salan li giravê li ser piyan mane. Wan bi nepenî û serpêhatiya xwe ya veşartî bala hemû xelkên dinyayê bire ser xwe. Di van demên dawî de di nav goleke çikiyayî de peykerekî din ên Maoî hate dîtin. Kifşkirina vî peykerî kir ku lêkoler careke din li ser peykeran bifikirin û li serpêhatiya van peykeran bikolin. Niştecihê bi navê Salvador Atan Hito ku serokê saziyeke niştecihî ye got; “Ev peyker ji bo xelkê Rapa Nuî kifşeke girîng e. Ji lewma haya kesî ji vî peykerî tine bû. Wisa diyare ku bav û kalên me jî hay ji vî pekerê tine bûn.”

Li giravê hezar peykerên Maoî hene

Girava Paskalya li Emerîkaya Latîn ango Şîlî ye dimîne. Girav di nav behrê de maye û hîna jî lêkoler û arkeolog baş pê nizanin ev peyker çawa hatine çêkirin. Cara ewil Ewrûpiyan di dema kolonîzekirina Emerîkaya Latîn de ev peykêrên Maoî kifşkirin. Destpêkê 887 peykerên Maoî hatin qeydkirin lê li gor texmînan tê gotin ku 1000 peykerên Maoî li giravê hene. Peykerên Maoî pirr mezin in, herî piçûkê wan 3 ton û en mezinên wan jî heta 80 tonî giran in. Hin ji van peykeran heta 10 metre jî bilind in. Ji peykerê herî bilind re “paro” tê gotin. Tê gotin ku peykerê herî herî giran 86 ton e, lê ew temam nebûye. Heger bihata temamkirin dê peyker 21 metre û 270 ton bûya. Guhên peykeran mezin in, her wiha serê wan û bedena wan jî bi heybet in. Poz û çavê wan jî dîsa mezin hatine çêkirin. Zayendê van peykeran jî hene. Ji yên mêr re “Maoî Kavakava” û ji ên jin re jî “Maoî paepae” tê gotin.

Maoî çawa hatine çêkirin û bi cih kirin?

Peykerên Maoî ji hêla xelkên niştecih ango Rapa Nuîyan ve Piştî Mîladê di navbera salên 1250 û 1500 de hatine çêkirin. Di sedsala 19’an de hin ji van peykerên ku çik disekînin ketin xwarê. Hin ji wan dîsa hatine rakirin lê hin ji wan hîna jî ketî ne.

Li gorî lêkoleran ji mirov peykerekî Maoî bixeritîne, hilgire û bibe li cihekî bi cih bike divê 23 hezar mirov her roj bixebitin da ku tiştekî wiha pêk were. Dema mirov difikire li giravê 1000 peyker hatine bi cih kirin ev yek meraqa mirovî ya derbarê peykeran de zêdetir dike. Li gel ku di derbarê van peykeran de hin tişt hatine eşkerekirin jî hîna jî hin hûrgiliyên ku nehatine zanîn jî hene.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.