Pirtûka nû ya bi navê “Raperîna Baba Îshaq” a nivîskar Mehmet Oncu ji Weşanxaneya Sîtavê derçû. 

Nivîskar û berhevkar Mehmet Oncu bi romaneke nû li pêşberî xwendevanên Kurmanciyê ye. Pirtûka “Raperîna Baba Îshaq” a Oncu ji Weşanxaneya Sîtavê derçû. Roman wê di demeke nêz de bigihîje ber destê wêjehezan, dê dîwarên li dora rastiya Baba Îshaq hatî hûnandin, hilweşîne, bi balkêşiya çîroka xwe, ew ê derbarê kesayetiya Baba Îshaq de tevahiya jiberên heta roja îro di serê Kurd û Tirkan de hatî veçinîn, xira bike.  

Weşanxanê pesnê zimanê romanê weke “zimanekî zelal û kurmanciyeke kubar” dide û dibêje, hem bi çîroka xwe, hem bi gotina xwe ew deriyekî nû li ber edebiyata Kurdî vedike. Li gorî weşanxaneyê, roman xwînerên xwe radike, dibe li labîrentên sedsala sêzdehan ên nepen û bohem digerîne.  

Nivîskar Mehmet Oncu dixwaze xwîner vê romanê bixwînin û bidin xwendin.

MA/WAN