Rak û realîzma li ser dîwaran

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 13 Hezîran 2022 - 21:09

  • Hunerê li kolanan, boyaxkirina dîwaran hem di warê peyam dayînê û hem jî di warê xemlê de bêhtir darî çav e li gorî hunerên din ên şêwekariyê. 

Hunerê li kolanan, boyaxkirina dîwaran hem di warê peyam dayînê û hem jî di warê xemlê de bêhtir darî çav e li gorî hunerên din ên şêwekariyê. Natalie Rak a ku tenê weke Rak jî tê binavkirin, a Lehistanî, li gelek welatan li ser dîwaran, hewl dide xêzên xwe li hawîrdora dîwarî jî bîne. 

Rakê pêşî li ser tabloyan resm çêkirine, lê çarçove û tara tabloyan têra wê nekiriye, hem li Lehistanê û hem jî li derveyî wê îro resmên wê çêkirî li ser dîwaran hene. Tevî ku wê hîna nû dest bi boyaxkirina dîwran û xemilandina kolanan kiriye, têra xwe gelek berhem ji niha ve çêkirine. Ew ji Dibistana Huner a Radom derçûye û wê li Zanîngeha Hunerên Bedew  Fine a Lodzê jî nexasim dîzayna grafîkê xwendiye. 

Di xêzên wê yên li ser dîwaran de bi pirranî yek yan jî du fîgur hene û ew jî bi pirranî jin in. Ew carinan çîrokên navdar ên mîtolojiyê û yên dînî jî bi kar tîne, weke xêza Adem û Hawa. Ew rengên zindî û dibiriqînin tercîh dike ji bo wêneyên xwe yên realîst ên li ser dîwaran. 

Ji Elmanyayê heta bi Zelanda Nû, ji Îtalyayê heta bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li gelek welatan mirov dikare berhemên wê bibîne.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.