Du wergerên nû yên Qurana Pîroz ji aliyê Navenda Çapê ya Melik Fahd li bajarê Medîne yê Erebistana Siûdî hatin çapkirin û yek ji wan jî bi Kurmancî ye. Çapxane di danezana çapa wergera Kurmancî a Quranê de dibêje, Kurmancî zimanê qederê 20 milyon mirovan e. Ev wergera Quranê bi tîpên Erebî hatiye nivîsandin û ne bi tîpên Latînî, tevî ku pirraniya Kurmancan li Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bi alfabeyeke Latînî dinivîsin û dixwînin.
Wergera din bi zimanê Kannata ye ku yek ji zimanên kevnar êbn Hindistanê ye û zimanê qederê 50 milyon kesî ye.
MEDÎNE